Bîlgen: Ji bo pêvajoyekî nû em ê bêjin 'NA'
Berdevkê HDP'ê Bîgen, têkildarî referandûmê serdana KESK'ê kir. Bîlgen diyar kir ku ji bo pêvajoyekî nû û wê kampanyayakî xurt a 'NA' bidin destpêkirin.
Berdevkê HDP'ê Bîgen, têkildarî referandûmê serdana KESK'ê kir. Bîlgen diyar kir ku ji bo pêvajoyekî nû û wê kampanyayakî xurt a 'NA' bidin destpêkirin.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Ayhan Bîlgen û heyeta li gel, di çarçoveya pêvajoya referandûmê de, têkildarî kampanyaya ku bi rê ve bibin serdanî Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Civakî (KESK) kir. Piştî hevdîtina ku ji çapmeneiyê re girtî û şûn de Bîlgen daxuyaniyek da û wiha got: "Têkildarî pêvajoya referandûmê, ji bo fikir, nirxandinên rêxistinên kedê û dîtinên rêxistinên pîşeyî bigirin, hevdîtinan dikin."
Bîlgen diyar kir ku gûhertina Distûra Bingehî bangorê li hemû beşên civakê dike, bi taybet rêxistinên kedê û pîşeyî rast e rast bandor dikin. Bîlgen wiha got: "Di vê pêvajoyê de ji bo xebatekî civakî pêk were, hêza ku çavkaniya xwe ji kedê digire nîşandan rêxistinkirinên li dijî vê piştgiriyê wê şêber be. Em weke partiyên siyasî dema ku xebatên xwe didin meşandin, ji bo vê hesasyetê pişguh nekin, bedewariyên civakî li ber çav bigirin, em neçarin ku gotinên xwe hilbijêrin.Li gorî vê wateyê yekîtiyên li ser bingeha civakî li gorî me li gel partiyên siyasî cih girtin hê baştir û wê hê bi bandortir be."
Bîlgen destnîşan kir ku wê xebatên xwe yên li rêxistinên navçe û bajaran hê bi leztir bike û got: "Ji bo 'NA'yek bi hêz û bi bandor ji sindoqan der bikeve, wê bi destpêkirina kampanayaya me re be."
'JI BO NA'YKE BI HÊZ EM Ê BIXEBITIN'
Bîlgen ê ku bal kişand ku di berdewamkirina Rewşa Awarte de gûherina Distûra Bingehîn ne bi dendûrist e, ev nirxandin kir:
"Distûra Bingehîn yek ji prensîbên herî bingehîn û esas e. Dîsa tenê bi qedexe û astengiyan na, valakirina bajaran jî asteng e. Girtina siyasetmedar û parlemeterên me jî, zextên li ser çapemeniyê, ev hemû dide nîşandan ku em di pêvajoyekî çawe de ber bi referandûmê ve diçin.Ji bo em dawî li van bînin, bi dawîkirina Rewşa Awarte û bidin diyarkirin ku Tirkiye nikare bi BHQ'ê de bi rê ve bibin, ji bo astengkirian ku Tirkiye tim di Rewşa Awarte de namîne, em ê bêjin 'NA'. Ji bo pêşerojekî nû û destpêkekî nû em neçarin vê bi ser bixin. Zorî hene lê divê em van zoriyan derbas bikin. Em di wê hêviyê dene ku em ê derbas bikin. Ji bo di sindoqan de 'NA'yek bi hêz derbikeve em ê bi wê hêviyê bixebitin."
'DIVÊ GEL XWEDÎ LÊ DER BIKEVE'
Bîlgen, hişyarî kir ku wê di hilbijartinên referandûmê de fêbazî, dek û dolap bê kirin û wiha got: " Wê di hilbijartinê de dek û dolab bên kirin, yên ku vê paketê di Meclîsê de er ê kirin, vîna parlementeran tine hesibandin, wê di sindoqan de jî vê bi ceribînin. Lê, divê gel xwedî li siberoja xwe derbikeve. Nûnerên gel dibe ku erka ketin ser milan bi cih neanîbin, lê divê gel xwedî li vê yekê derbikeve."
'DIVÊ MEŞRÛTIYETA WÊ BÊ GOTÛBÊJKIRIN'
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku pêvajoya referandûmê di nava xwe de gotûbêj li ser meşrûtiyeta wê hate kirin û wiha pê de çû:
"Di rewşekî ku di encamê de 'NA' derbikeve, wê encamê binasin û qebûl bikin, wê tişta pêwîst bikin û ji bo yên ku kampanayay 'Er ê' bi rêve dibin deklere bike. Divê Serokkomar Erdogan deklere bike. Serokkomar wê bi fîlî mîtîngan li dar bixe, bi kijan bûdçeyê, bi kijan çavkaniyê wê kampayayê bi rê ve bibe, tevî hiqûqa heyî, tevî statûya xwe ya Distûra Bingehîn wê çawa vê bike, divê ji raya giştî re eşkere bike. Bi xwezayî ev pêvajo di nava xwe de rê li ber gotûbêjkirina meşrûtiyetê vedike. Kenan Evren jî di van şart û mercan re derbas bû. Dîsa hê bi erêkirin û ne erêkirinê re dest bi gotûbêjkirina meşrûtiyeta wê kirin. Ev 30 sal in gotûbêj dikin."