Bîlgen: Divê Demîrtaş tavilê bê berdan

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş bi rengekî nehiqûqî girtî ye û divê tavilê bê berdan.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda giştî ya partiyê xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen darbarê girtina namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî da û got, "Piştî namzetiya Demîrtaş ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve bi fermî hate ragihandin, me serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn dan û xwestin bê berdan. Pêvajoya hilbijartinê dewam dike û birêz Demîrtaş jî girtiye. Bêyî ku delîlên mafdar nîşan bidin di girtîgehê de dihêlin û xebatên wî yên hilbijartinê asteng dikin. Eger astengiyek hebûya, wê demê çima namzetiya wî hate qebûlkirin?"

Bîlgen got, ew baş dizanin ku ev pêvajo ne hiqûqî ye û wiha dewam kir: "Lê eger hikûmet vê yekê weke pêvajoya hiqûqû dinirxîne, wê  demê divê hemû mafên gerdûnî bi cih bîne. Em careke din bang li dadgehê, li desthilatdariya siyasî û raya giştî dikin û dibêjin; bila ev hilbijartin di nava wekhevî, azadî û  serbestiyê de bê kirin. Ji ber vê yekê bêyî ku rojek din deng bimîne, bila birêz Demîrtaş bê berdan û beşdarî xebatên xwe yên kampanya hilbijartinê bibe. Em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya wî rabin. Divê desthilatdariya siyasî li hemberî daxwazên serbest berdana Demîrtaş bêdeng nemîne û gavekê şênber biavêje."
 
Bîlgen piştî daxuyaniyê bersiva da pirsîn rojnamevanan û got: "Civîna me ya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê dewam dike. Piştî namzetên me hatin diyar kirin em ê saet 15'an li ber Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxuyaniyê bidin."