Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di operasyona qirkirina siyasî de dîl hate girtin û qeyûm li şûna wî hate danîn, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Peyama Bîlgen wiha ye:
"Spasiya her kesî dikim ên ku ji ber neheqiya li me hate kirin li me geriyan, serdana me kir û peyam weşand. Divê ev yek bê zanîn, ti ji destketiyên li Qersê wê ji dest neçin. Ez nizanim ku kê biryara girtina me daye, lê belê heyeta ku biryar li rûyê me xwend, qenciyeke dîrokî kir; bi rengekî eşkere nîşan da ku ew pîvanên bingehîn ên hiqûqê û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji nedîtî ve tên. Li şûna helwesta xapînok a mîna ku demokrasî heye, nîşandana bêhiqûqiyê bi vî rengî eşkere, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wê bibe wesîleya destketî û hişyarbûneke girîng."