Bîlançûya îro: 9 binçavî, 2 girtî
Bîlançûya îro: 9 binçavî, 2 girtî
Bîlançûya îro: 9 binçavî, 2 girtî
Îro li 3 bajaran bi giştî 9 kes hatin binçav kirin. Li Êlih û Wanê 1 jê zarok 2 kes hatin girtin.
Di operasyona ku li dijî Meclisa Ciwanên Rihayê de li taxên Şaîr Nabî, Bahçelîevler, Yenişehir û Korukentê li dijî 5 navnîşanên cuda êriş pêk hatin.
Berdevkê Meclisa Ciwanên Rihayê Hikmet Yaygin, Endamê Meclisa Ciwanan Leşker Akman li gel ku di heman demjimêran de Endamê PM yê BDP’ê ku ji Amedê dihate Rihayê û Endamê Meclisa Ciwanan Kutbettin Saltan hatin binçav kirin.
Di destwerdanê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komputer û kamere jî hatin deste ser kirin.
Rêveberê BDP’ê yê Bajêrê Amedê Huseyin Daş û Alîkarê Serokê Şaredariya Kayapinarê û Rêveberê Yeketiya Şaredariyên Rojhilatê-Başûr û Anadolê (GABB) Mustafa Demir ku ji Mêrsînê dihatin Amedê hatin binçav kirin, li Bismilê Rêberê BDP’ê yê Navçê bi îdiaya “di qeydên GBT’ê de pirsgirêk hene” hate binçav kirin.
Li Colemêrgê di destwerdanên hemwext yên ser malan de Îdrîs Turgut, Omer Kaya û Îdrîs Abî hatin binçav kirin.
Endamê Meclisa Ciwanên BDP’a Êlihê Z.T. yê 17 salî ku roja pêş li Êlihê hate binçav kirin, hat girtin û rêkirine Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.
Îsmaîl Temel yê ku di 29’ê Mijdarê de li Wanê hate binçav kirin di dema derxistina dadgehê de bi îdiaya ku “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin.