Bîlançoya şerê 17 rojan: 90 çete hatin kuştin

Bîlançoya şerê 17 rojan: 90 çete hatin kuştin

Li bajarê Helebê piştî êrîşa komên çete yên li dijî taxên Kurdan, pevçûnên ku di navbera wan û hêzên YPG/Eniya El-Ekrad de derketin, di roja 17'an de didomin. Hate gotin ku di pevçûnan 17 rojan de ji 90 zêdetir endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Şerê ku li bajarê Helebê piştî êrîşa komên çete ya li dijî taxên Kurdan di navbera wan û hêzên YPG/Eniya El-Ekrad de derketin, di roja 17'an de didomin. Hate ragihandin ku di pevçûnên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî Kurd lê dijîn de, ji 90 kesî zêdetir endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.Di êrîşan de komên çeteyan malên welatiyan bi tang û hawanan bombebaran dikin.

ÊRÎŞÊN  ÇETEYAN

Di 8'ê Îlonê de koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û komên bi navê Selaheddîn, Liwa Şuheda Bedir, Liwa El Rebî El-Erebî û hinek çeteyên girêdayî Partiya Azadî ya wekî ketîba Azadî, Lîwa Ensar El Îslam, Lîwa Şuheda El Suriye, Hereket Ehrar El Şam, El Komele, Lîwa Mehemed El Fatih êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf , kolana 20, taxa Muxaberat û nexweşxaneya Henan ku piranî kurd lê dijîn kirin.

KOMÊN ÇETEYAN TAXAN BOMBEBARAN DIKIN

Komên çeteyan ku rastî berxwedana şervanên Yekînyên parastina Gel YPG û Eniya El-Ekrad hatin, nekarîn derbasî taxan bibin, bi çekên doçka, hawan û rokêtan taxên Kurdan bombebaran dikin. Komên çeteyan her wiha tûpên gazê yên tije teqemenî, bi mencenîqan davêjin taxên Kurdan û malên welatiyan hil diweşînin.

Di roja duwemîn ya êrîşan de, gelek endamên komên êrîşkar hatin kuştin û neçar man ku alîkariyê bixwazin, çeteyan alîkarî ji Lîwa Şuheda Sûriya û Lîwa Ensar El Islam xwestin. Çeteyên piştî ku alîkarî jiwan re hat xwestin derbasî taxa Şêxmeqsûd bibin. Di pevçûnên ku li seranserî herêma Şiqêf, kolana 20, Seken Elşebabî, Muxaberat û nexweşxaneya Henan belav bû de, gelek endamên komên çete hatin kuştin.

ALÎKARIYA MECLÎSA LEŞKERÎ YA ARTÊŞA AZAD XWESTIN

Di roja sêyemîn de, yekîneyên YPG'ê li taxa Muxaberat û Seken El Şebabî, operasyonekê mezin li dijî çeteyan pêk anîn, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 noqte û 2 wesayîtên çeteyan hatin desteser kirin. Di roja 4’an ya pevçûnan de hêjmara kuştiyên komên çete gihişt 60’an. Komên çete vê carê ji Meclisa Leşkerî ya Artêşa Azad alîkarî xwestin, komên çete yên Ehrar Elşam, Komele, Lîwa Mihemed Elfatih jî êrîşî taxan kirin. Lê nikarîn derbasî taxan bibin.

JINÊN LI TAXAN XWARINA ŞERVANAN ÇÊDIKIN

Li hember êrîşên çeteyan jinên taxa Şêxmeqsûd jibo ku piştgirya şervanên YPG'ê yên li enya şer  xwarinê amade dikin.

Jinên Şêmeqsûdê  ji roja duwemîn ya êrîşan ve di nava vê xebatê dene. Jin her roj du caran xwarina şervanan amade dikin û dişînin eniyên şer.

HÊZÊN REJÎMÊ JÎ PIŞTGIRIYA ÇETEYAN KIR!

Di roja 5. ya êrîşan de, hêzên rejîmê bi awayekî raste rast piştgiriya çeteyan kir, hêzên rejîmê taxên Kurdan bi tang û hawanan bombe baran kirin.

90 ÇETE HATINE KUŞTIN Û 12 JÎ DÎL HATİNE GIRTIN

Di pevçûnên ku ev 17 rojin dewam dikin de, 90 endamên komên çete hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û 12 jî dîl hatine girtin. Di pevçûnan de 2 wesayîtên doçka hatin ruxandin û 5 wesayîtên çeteyan jî hatine şewitandin. Gelek bendên kontrolê û 2 erebeyên çeteyan hatine desteser kirin.

14 SIVÎLAN JIYANA XWE JIDEST DANE

Di encama bombe barana komên çete de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane. Welatiyên jiyana xwe jidest dane ev in: Mihemed Hirih Zekeriya 1967 ji meret Elertq e, Mihemed Sîdo Hisên 1968 ji gundê Bênê, Mistefa Reşîd Dawid 1975 ji Bilbilê, Ebid Hidên Ibêd 1956 ji gundê Birkê, Ebdilrehman Elyas 1988 ji gundê Feqîra, Ebû Xaço yê Ermenî 70 salî, Mihemed Xelo 1964, Beşar Xelo 17 salî, Mistefa Ibrahîm Xelîl 1963, ji gundê Kokana, Edîb Betal Mihemed 1968 ji gundê Dêrswanê, Zuhêr Sîdo 1967 ji gundê Qestel Cindo, Mihemed Mistefa Silêman 1979 ji gundê Hacî Xelîl, Mihemûd Elyisir 1977 û Wezîra Ehmed 1957.

RASTIYA ENDAMÊN KOMÊN ÇEKDAR

Di pevçûn li herêma Seken El Şebabî de, 8 endamên komên çeteyan hatin kuştin, di berîkên çeteyan de Hebên hişbir yên BENZEX-5 hatin dîtin. Ev heb hişbîr in û  pir buha ne û jibo nexweşiyên Şizofreni û sara (epilepsi) ku du nexweşiyên psîkolojî ne têne bikaranîn.

TABÛRÊN ELHEYANÎ TAXA EŞREFIYÊ RADESTÎ REJÎMÊ KIRIN

Piştî ku di pevçûnan de têk çûn û gelek endamên koman reviyan, Tabûra Elheyanî çeteyên xwe ji taxa Eşrefiyê kişandin û rê dane hêzên rejîmê ku derbasî taxê bibin. Herêmên postexanê û mizgefta Selahedîn ku di bin kontrola çeteyên Elheyanî de bûn, niha di bi kontrola hêzên rejîmê de ne.

Şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên YPG'ê û komên çeteyan de hîna jî dewam dikin. Komên çete taxan bombebaran dikin û welatiyên sivîl dikujin.