Bîlançoya şer a salê û fiyaskoya AKP'ê
Di berxwedana sala 2015'an a gelê Kurd de pêngava nû, bi îlanên xwerêveberiyê û xwenîşandana YDG-H'ê re destpê kir.
Di berxwedana sala 2015'an a gelê Kurd de pêngava nû, bi îlanên xwerêveberiyê û xwenîşandana YDG-H'ê re destpê kir.
Di berxwedana sala 2015'an a gelê Kurd de pêngava nû, bi îlanên xwerêveberiyê û xwenîşandana YDG-H'ê re destpê kir.
Li hemberî hewldanên tevgera azadiyê ya Kurd a ji bo çareseriya pirsgirêkê li ser bingeha muzakereyê, di 24'ê Tîrmehê de konsepteke berfireh a şer hat ferzkirin. Gerîla bi taktîkên xwe yên nû û dewlemend ên li hemberî vî şerî re, serketineke girîng bi dest xistibû. Îlanên xwerêveberiyê yên di vê demê de ket rojevê, rê li ber qonaxeke nû vekir.
GELÊ KURD BIRYARA XWE DA
Îlanên xwerêveberiyê ku pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya li Kurdistanê nîşan dida, vîna gelekî ya xwerêvebirinê destnîşan kir. Jiyana azad a ku di muzakereyên bi dewletê re bi dest neket, bi rêxistinbûyîn û vîna gel bi xwe, dihat avakirin. Gelê Kurd li ser jiyana xwe biryara xwe da. Ji bo xwe li hemberî komkujî û êrîşên dewletê biparêze, qadên xwe yên jiyanê yên ewle û azad afirand. Ev qadên xwerêveberiyê, ji her alî ve tevî dijberiya dewletê jî pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk da destpêkirin. Lê belê ev pêvajoya mafdar û li gelek deverên cîhanê hatiye tecrûbekirin, weke terorîzmê hat nîşandan û ji bo êrîşî civakê bike dewletê ev yek ji xwe re kir amûrek. Bi vî rengî pêla êrîşên herî dijwar a li hemberî hemû beşên civakê, bi vî rengî destpê kir. Di vir de, ciwanan berpirsyariya dîrokî ya civakê hilgirt ser milê xwe. Di vê pêvajoyê de YDG-H a ku berê jî navê xwe dabû bihîstin, xwe nîşan da.
JI ZAROKÊN KEVIR DIAVÊJIN BER BI YDG-H'YIYÊN BERXWEDÊR
Zêdebûna êrîşên li Kurdistanê bû sedem ku YDG-H xwe hêzeke xweparastinê bersivê bide pêwîstiya xweparastinê ya civakê û xwe li ser bingeha xweparastinê bi rêxistin kir. Nifşeke ciwanan a ji zarokên kevir diavêtin pêk dihat, li hemberî faşîzma dewletê ya mora xwe li salên wan ên zarokatî û ciwantiyê xist, dimijara xweparastinê de bû xwedî tecrûbe. Şîdeta êrîşê, şêweyê amûrên parastinê jî guherand. Bi vî rengî ji zarokên kevir diavêtin derbasî YDG-H'yiyên berxwedêr bûn. Kevir bû molotof kokteyl, molotof kokteyl veguherî çekan. Her çiqas têra teknîka ku dewlet di êrîşên xwe de bi kar tîne neke jî, ciwanan di dema bihurî de bi vê rê û rêbazê re taxên xwe parastin.
Pêvajoya li ser bingeha îlanên xwerêveberiyê derket holê, YDG-H derxist pêş. Û bi xendekên li qadên xwerêveberiyê, bi hin xefik û taktîkên xwe re YDG-H li van deran ketin çeperê. Êdî li cem gerîla ku hêza profesyonel a şer e, YDG-H jî di çîroka berxwedanê ya gelê Kurd de cihê xwe girt.
JI SEROKKOMAR FERMANA 'HELWESTA BI BIRYAR'
Şerê ku di 24'ê Tîrmehê destpê kir û heta dawiya salê hat şidandin, ji aliyê bîlançoyê ve Tirkiye gelekî tengav kir. Ji ber vê tengaviyê, derket holê ku Serokkomar bi xwe bi fermanekê re rayedarên AKP'ê hişyar kir. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên HPG'ê xwe gihandin, Serokkomar bi xwe ferman daye AKP'ê ku tawîzê ji daxuyaniyên helwesta bi biryar a têkoşîna 'li dijî terorê' neyê dayîn û ji ber ku gotinên weke muzakere û diyalogê wê vê helwesta bi biryar qels bike, ev gotin neyên bikaranîn.
ARTÊŞ XIST SER RÊ
Her wiha derket holê, ku AKP ji vê bîlançoya şer 'helwesta sar a li şer' a artêşê berpirsyar girt. Daxuyaniyên Serokê Fermandairya Giştî yên li ser nerazîbûna ji ber meşandina tankan li Farqînê, daxuyaniyên rayedarên AKP'e yên li ser 'qelsiya artêşê' di pêvajoya agirbestê de, helwesta artêşê ku ji pêkneanîna operasyonan hikûmet berpirsyar digirt, hemû nîşaneya vê yekê bûn. Li ser vê yekê Serokkomar bi xwe dest li artêşê werda, xist ser rêyekê û di dawiya salê de tevlî operasyonên li dijî xwerêveberiyê kir. Di sala 2015'an de di dîroka Tirkiyeyê de agahiyên herî derewîn ên li ser bîlançoyê bi raya giştî re hat parvekirin. Bi vî şerê xwe yê psîkolojîk re xwestin, têkçûna xwe ya giran veşêrin.
1502 LEŞKER-POLÎS MIRIN
Di sala 2015'an de ji 24'ê Tîrmehê û vir ve,-meha Kanûnê ne di nav de- bîlançoya 4 mehan nîşan dide ku pêvajoyeke çiqasî dijwar a şer rû daye û AKP ji aliyê leşkerî ve nikare encamê werbigire. Di nava van çar mehan de dewleta Tirk 334 caran êrîşên hewayî pêk anî. Li hemberî herêmên gerîla 1133 êrîşên bi obus û hawanan hatin kirin. 144 caran ji bejahî ve operasyon li hemberî gerîla hat kirin. Di encama van êrîşan de 160 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî van êrîşan, hêzên gerîla li dijî hêzên derketin operasyonê 750 çalakî, li ser rêyên stratejîk ên Kurdistanê di demên cuda de 144 çalakiyên birîna rê pêk anîn. Di encama van çalakiyan de 1502 leşker-polîs û tîmên taybet mirin. Tevî van, gelek maşînên leşkerî, kobra, balafira keşfê û tank hatin rûxandin. Hejmareke zêde cebilxane hatin desteserkirin. Bîlançoya şerê navbera hêzên gerîla û AKP'ê bi vî rengî bû, lê haya civaka Tirkiyeyê ji vê çênebû.
AKP'Ê BERÊ XWE DA SIVÎLAN Û DEST BI ÊRÎŞÊ KIR
Bîlançoya şer, bi şerê di navbera du hêzan de neqediya. Li vê bîlançoyê, bi dehan leşker û polîsên di şerê li hemberî hêzên YDG-H de hatin kuştin, bi sedan zarok, jin û sivîlên di êrîşên polîsên tîmên taybet de hatin qetilkirin, zêde bû. AKP'ê berê xwe da sivîlan û di vî şerê xwe de yekser civak hedef girt.
Sala 2015'an ku ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd re bi bîlançoyeke bi vî rengî bi encam bû, berxwedana topyekûn encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Ev destketiyên ku di nivîsên beriya niha de min gelek caran nivîsand û windahiyên Tirkiyeyê yên di vê salê de, em careke din vebêjin:
-AKP a ku xwe ji bo şerekî topyekûn amade kir, beriya her tiştî demokrasî danî aliyekî. Demokrasiya Tirkiyeyê ku di sala 2015'an de ji desthilatdarî û şer re bû qurban, yek ji derbên herî mezin ên dîrokê xwar.
-Di vê pêvajoya şer de artêşa Tirk teknîka herî zêde ya dîroka xwe bi kar anî. Aboriya di vê demê de li şer hat xerckirin, ji bo Tirkiyeyê mezin ji mezintirîn windahiya madî bû. Vê yekê qat bi qat bandor li aboriyê kir.
-Gelê Kurd ê li Tirkiyeyê dijî, ji aliyê hestewariyê ve bi temamî qut bû û ji bo qutbûna fîzîkî jî hat radeya biryardayînê.
-Li qada navneteweyî, bi şer re polîtîkaya derve ya AKP'ê debeke mezin xwar. AKP li qada navneteweyî bi tenê ma, teşhîr bû. Kurdan destekeke mezin bi dest xistin.
-Artêşê, ji ber bîlanço û daxuyaniyên derew ên xwe dispêrin AKP'ê, qîmeta xwe winda kir.
-Civaka Tirkiyeyê hînî şer û encamên wê yên giran hat kirin.
-Bi xwerêveberiyên li Kurdistanê ji aliyê gel ve hatin îlankirin re berxwedana gerîla ji aliyê siyasî ve hîn bêhtir bû xwedî wate.
-Êrîşên li hemberî sivîlan hîn bêhtir gel kir gerîla û têkiliya navbera gel û gerîla gelekî xurttir kir.
-Bi hedefgirtina sivîlan re, rastiya gelekî ku jiyana xwe li gorî rewşa şer ava dike, afirî û ciwanên kurd bi taktîka xweparastinê re derbasî qonaxeke nû bûn. YDG-H veguherî rêxistineke girîng a parastinê.
-Çalakiyên gerîla bi tatkîk û çarçoveyeke nû hatin kirin. Serweriya qadê li Kurdistanê ket destê gerîla.
-Ji Başûr heta Bakur, ji Bakur heta Başûr tevgera gerîla û eyaletên gerîla yên ji hev qut, gihaştin hev. Gelek herêmên gerîla yên ji hev qut, bi vê yekê re bi hev ve hatin girêdan.
-Li Bakur sînorê navbera çiya û bajar ji holê rabû. Kapasîteya çalakiyên bersivdayînê yên gerîla yên ji bo bajêr, derket asteke bilindtir.
-Êrîşan rê li ber şerê bajêr vekir û derfet afirand ku gerîla bigihêje asta bicihbûnê ya roja îro.
-Tevlîbûa li nava refên gerîla, ku karê herî stratejîk ê gerîla ye, gelekî zêde bû.
Sala 2015'an li ser bingeha van encaman, ji bo gelê Kurd û hêzên wê yên rêxistinî veguherî saleke serketî. Mîna li Rojhilata Navîn li Tirkieyyê jî Kurdên li dijî paşverûtiya AKP'ê têdikoşin û li ber xwe didin, di vê salê de bi ser ketin. Û derfet afirand ku di sala 2016'an de serketinên nû bên bidestxistin.
Ji aliyê AKP'ê ve jî, krîza herêmî, encamên hilbijartinên 7'e Hezîranê û nîşaneyên mûxalefeta civakî wê bibin nuqteyên girîng ên referansê. AKP wê bi vê yekê re polîtîkaya xwe ya şer bidomîne. Xuya ye muzakere wê nebe mijara dema nêz. Yanî muzakere naxuye.
2016 DIKARE BIBE BIHARA KURDAN
Bi bihara 2016'an re, wê şahidî ji rabûneke mezintir a Kurdanr e şahidî bê kirin. Bihar demsaleke welê ye ku gelek derfetên girîng diafirîne, ji bo gerîla yekser tevlî pêvajoyê bibe. Ji ber vê yekê Bihara 2016'an dikare bibe Bihara Kurdan. Ji xwe tê payîn ku AKP ji ber vê yekê di demsala zivistanê de êrîşên xwe dijwar bike. Ne şaş e ku mirov bêjin; ji niha û pê ve wê gerîla bikevin dewrê. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di vê mijarê de bi awayekî vekirî û zelal bi rêya çapemeniyê ragihand, ku eger destwerdana li xwerêveberiyan bi vî rengî dewam bike, wê gerîla bikeve dewrê.
PÊNGAV! PÊNGAV! PÊNGAV!
Di pêvajoyeke ku pêngava gerîla ya sala 2015'an bi pêş ket de, îlanên xwerêveberiyan derketibÛ holê. Lewma pêngava leşkerî ya gerîla ne pêngaveke ku pêşdîtina asta roja îro ya xwerêveberiyan kiribû. Her çend xwe li gorî vê yekê nû kir jî, ev qewimîn hînê rû nedabû. Gerîla wê di dawiya salê de, li gorî asta xwerêveberiyê, bikeve nava amadekariya pêngaveke nû ya leşkerî. Bicihbûna gerîla ya di vê pêvajoya demsala zivistanê de jî, vê yekê nîşan dide. Gerîla li ser bingeha perwerde-parastin û bersivdayînê zivistanê derbas dike. Rewşa nû ya bi xwerêveberiyê derket hollê û tecrûbeya gerîla ya sala 2015'an ji niha ve tên nirxandin. Li gorî encamên vê yekê, plansaziya 2016'an dike. Bi vê amadekariya piralî ya ji aliyê teknîk, taktîk, kadro û plansaziyê ve dimeşîne re, gelekî bi biryar e ku di sala 2016'an de encamê bi dest bixe. Plansaziya perwede-parastin-bersivdayînê a mehên zivistanê, wê di mehên biharê de veguhere 'pêngav! pêngav! pêngav!'. Sedema vê biryardariyê jî ew e ku nikare gel hîn bêhtir di vê rewşê de rabigire. Gerîla di wê baweriyê de ye ku eger bi vê biryardariyê nêzî pêvajoya biharê nebe, wê firsendeke dîrokî ji dest birevîne. Yanî ji aliyê manewî ve hêza gel nema ku karibe xwe li vê rewşê rabigire. Ji ber ku 'parastina gel' sedema hebûna gerîla ye, xuya ye wê gerîla bêdeng nemîne.
LI SER ARTÊŞBÛYÎNA YDG-H NÎQAŞ TÊ KIRIN
Tevî vê yekê, faktorekî din ê girîng jî YDG-H ye. Di sala 2015'an de bi berxwedana xwe re tevlî mijarên şer û aştî û muzakereyê bû. Ew jî rewşa xwe dinirxînin û li gorî pêwîstiyan plansaziyê derdixînin. Li gorî çavdêriyên ku ji daxuyaniyên hin rayedaren KCK'ê fêm dikim û li gorî agahiyên min ji pêşengên YDG-H'ê wergirtiye, YDG-H wê li gorî pêwîstiyên şoreşê yên mezin dibe, ji nû ve bi berfirehî bi rêxistin bike. Nîqaş tê kirin, ku pozîsyona bi refleksa parastinê ya YDG-H'ê yê li bihurî ye. Zelal bûye ku pêwîstî bi hîn bêhtir rewşeke rêxisinî, tratejîk û programatîk heye. Mîna YPG û YPJ ên li Rojavayê Kurdistanê, ji bo YDG-H'ê jî nîqaş tê kirin ku veguhere artêşbûyîneke bi vî rengî ya xweparastinê li Bakurê Kurdistanê. Ev yek nîşan dide ku di şerê bajêr de wê pêvajoyeke dijwar biqewime. Ji niha ve hem ji rayedarên KCK'ê hem jî ji pêşengên YDG-H'ê bangên ji bo tevlîbûna li nava YDG-H'ê tên kirin. Armanca mezinkirina YDG-H'ê, ji ber ku hat dîtin AKP wê pêla êrîşan zêde bike, derket holê.
PLANA AKP'Ê 'NERMKIRINA PÊVAJOYÊ' YE
Li gorî hin agahiyan, AKP a ku dixwaze heta payîzê PKK'ê û berxwedana xwerêveberiyan qels bike, dibe ku bixwaze di zivistanê de pêvajoyê nerm bike. Hin çavkaniyan dan xuyakirin ku AKP'ê taktîkeke bi vî rengî daniye ser maseya xwe û diyar kirin, ku di zivistana 2016'an de jî bi hin polîtîkayên mijûlkirinê yên li dora muzakereyê re wê li benda pêşketinên li Rojava bisekine. Yanî wê li bendê bisekine ku di dawiya sala 2016'an de konjontura navneteweyî li dijî Kurdan û PKK'ê bê guhertin. Di vê navberê de wê Tirkiye giraniya xwe bide ser roja û bi sererastkirina polîtîkaya xwe ya derve re hewl bide ji bo vê rewşê xwe amade bike. Her wiha bi sûdwergirtina ji vê nermbûnê re wê bixwaze di mijarên destûra bingehîn a nû û serokatiyê de destketiyan werbigire. Plana AKP'ê ev e.
Xuya ye wê PKK bi pêşdîtina vê planê re bi nêzîkatiyeke hay ji xwe heyî, tevbigere. Ji xwe rayedarên HPG'ê destnîşan dikin, ku eger di mijarên azadiya Ocalan, qebûlkirina xwerêveberiyan û ewlekirina wan bi destûra bingehîn de gavên şênber neyên avêtin, wê ti kes nikaribe pêşî li pêngava leşkerî ya gerîla ya ber bi pêş ve, bigire. Lewma nîşan didin ku gerîla wê muzakereyê mîna berê qebûl neke.
DESTKETIYÊN LI ROJAVA WÊ BANDORÊ LI ÇAR PARÇEYAN BIKE
Bêguman di sala 2016'an de wê mîna sala 2015'an pêşketinên li Rojava bandorê li Tirkiyeyê bike. Xuya ye ev berxwedana Kurdan a li Rojava bi pêşengiya YPG û YPJ'ê li ber xwe didin, wê bidome. Bi vî rengî, tevî azadkirina xaka xwe wê Kurd bi armanca Sûriyeya Demokratîk re bixwaze di Sûriyeya nû ya bê avakirin de bibin xwedî rol û mafê gotinê.
Bi vî rengî wê pêşeroj û parastina kantonên demokratîk garantî bibe. Ji ber vê yekê wê şerê YPG û YPJ'ê di her zemînê de li dijî DAIŞ'ê bidome. Her wiha destketiyên Kurdan wê zêdetir bibin. Di dawiya dawî de wê Kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Ji xwe tê zanîn ku Rûsyayê di vê mijarê de hevkariya stratejîk pêşniyarî Kurdan kiriye. Di rewşeke bi vî rengî de wê DYA jî nexwaze ji vê hevpariyê bêpar bimîne. Xuya ye wê pêvajoyeke welê derkeve holê, ku ti qîmeta hesasiyetên Tirkiyeyê wê nemîne. Her wiha ji bo serketinên siyasî û leşkerî yên li qada Rojava, ji bo di sala 2016'an de li qada navneteweyî veguhere stauyekê wê têkoşîna Kurdan xurttir bibe. Tê payîn ku di vî warî de pêşketinek çêbibe. Pêşketinek di vî warî de wê lêgerîna statuyê ya li Bakurê Kurdistanê ku li ser bingeha îlanên xwerêveberiyê derket holê, bigihîne asteke nû. Yanî di sala 2016'an de serketinên li qada Rojava wê bandoreke erênî li çar parçeyan bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê bike.
Bi kurt û kurmancî; sala 2015'an bû sala gelên li dijî paşverûtiyê li ber xwe dan. Yanî bû sala Kurdan. Ne tenê Kurd, derket holê ku dostên Kurdan, berxwedêrên li Kurdistan û Tirkiyeyê û her kesên li ser navê demokrasî û azadiyê têdikoşin, wê her tim bi ser bikevin. Encama ku PKK'ê, gelê Kurd û hemû hêzên wan ên berxwedêr ji vê salê derxistin, ev e. Ji niha ve dikare were gotin ku sala 2016'an wê bi vê rastiya sala 2015'an derbas bibe û ji bo serketinê gelê Kurd wê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike. Her çend bi êş û berdêlên giran jî derbas bibe, hêviya ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bû, wê sala 2016'an bike sala demokrasiyê, bike sala gelê Kurd.