Bîlançoya qezayên dema Cejnê veguherî komkujiyê

Bîlançoya qezayên dema Cejnê veguherî komkujiyê

Konfederasyona Sinetkar û Dikandaran a Tirkiyê (TESK) da xuyakirin ku 7 rojên betlaneya cejnê de ji ber qezayên trafîkê 104 kesan jiyana xwe ji dest dane, 535 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Giştî ya TESK'ê de hat ragihandin ku di qezayên trafîkê yên rojên normal de 11-12 kes jiyana xwe ji dest didin, lê ev hejmar di betlaneyên cejnê û rojên taybet de du qat zêde dibe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber qezayên trafîkê yên 7 rojên betlaneya cejnê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dane, 535 kes jî birîndar bûne.

Serokê Giştî yê TESK'ê Bendevî Palandoken da xuyakirin ku di navbera salên 2003 û 2012'an de rêjeya qezayên trafîkê ji sedî 185 zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di cejnên 5 salên dawî de 502 kesan jiyana xwe ji dest dane.