Bîlançoya koronavîrusê giran dibe

Hejmara kesên bi koronavîrusê ketine bû milyonek û 800 hezar. Heta niha 110 hezar kes jî mirine.

Herî zêde li DYE’yê mirov bi koronavîrusê ketine û hejmara miriyên li vê derê zêdetir e. Li Îspanyayê jî 165 hezar kes nexweş ketine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê li 31 bajaran qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, ev qedexe îşev saet di 00.00’an de wê biqede. Pispor diyar dikin ku wê bîlanço zêdetir bibe.

Li gorî dewleta Tirk 52167 kes nexweş ketine û 1101 kes jî mirine. Dewleta Tirk di heman demê de kesên van hejmara rexne dikin jî destgîr dike û ji kar diavêje. Li Tirkiyeyê xebatkarên tendirustiyê di bin rîskeke mezin de ne. Hate diyarkirin ku xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamidîye ya Sariyera Stenbolê 30 xebatkarên tendirustiyê li wesayîteke ji bo 14 kesan hatine siwarkirin.

Li Amedê jineke 83 salî ji ber koronavîrusê mir. Heta niha li Amedê 17 kes mirine. 9 xebatkarên tenduristiyê û 5 zarok jî di nav de tedawiya 171 nexweşan didome.

Girtiyên li girtîgehan qet ne li xema desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Ji gelek girtîgehan agahî tê ku tu tevdîr nayê stendin. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan li gelek girtîgehan êşkence didome.

KAMPANYAYA HDP’Ê MEZIN DIBE

Li hemberî astengkirina desthilatdayê kampanyaya HDP’ê jî didome.

HDP’ê li Şirnexê nêzî hezar malbatên hejar diyar kir. Kesên ku dixwazin tevkarî û piştgiriyê didin kampanyaya HDP’ê, dikarin xwe bigihînin van navnîşanan.

Tel: 0553 096 07 06 / 0535 501 25 06 / 0535 260 06 25
e-mail: [email protected].

BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ

 Li DYE’yê 533 hezar kes nexweş ketin û 20 hezar û 500 kes jî mirine. Li New Yorkê biryar hate stendin ku divê dibistan werin girtin.

Li Îtalyayê 152 hezar kes nexweş ketin û 20 hezar kes mirin.

Li Îspanyayê jî 166 hezar kes nexweş ketin û 17 hezar kes mirine.

Li Fransayê 130 hezar kes mirine û 14 hezar kes jî mirine. li Fransayê qedexeya derketina derve didome.

Li Îngîltereyê jî 80 hezar kes nexweş ketin û 10 hezar kes jî mirine.

Li Elmanyayê 125 hezar kes nexweş ketine û 2871 kes jî mirine.

Li Îranê jî hejmara nexweşan 71 hezar derbas kir û 4474 kes jî mirine.