Bîlançoya 2 mehên Rûhanî: 129 darvekirin
Bîlançoya 2 mehên Rûhanî: 129 darvekirin
Bîlançoya 2 mehên Rûhanî: 129 darvekirin
Li Îranê, bi hatina ser deshilatdariyê ya Hesen Rûhanî re, ji meha Tebaxê û vir ve 129 kes hatin darvekirin.
Li gorî çavdêriyeke çalakvanên Mafên Mirovan ên Îranê ji 3’ê Tebaxê bi hatina ser desthilatdariyê ya Hesen Rûhanî û heya roja îro 129 kes li Îranê hatine darvekirin. Li gorî vê yekê rojê du kes têne darvekirin.
Li gorî van serçaveyan di nava kesên ku hatine darvekirin de jî kesekî ku temenê wî di jêr 18 salî de heye û 7 jin jî hene.
Hêjayê gotinê ye ku ji sedî 42 cezayê darvekirinê demekî kurt yê du mehên hatina ser desthilatdariya Hesen Rûhanî de hatiye pêk anîn.