'Bila şahidên veşartî derkevin holê'
'Bila şahidên veşartî derkevin holê'
'Bila şahidên veşartî derkevin holê'
Siyasetmedarên ji doza Wanê ya "KCK"ê tên dadgehkirin, diyar kirin ku îfadeyên şahidên veşartî bi nakok in û dixwazin di huzura dadgehê de bi wan re rû bi rû werin. Di rûniştina dozê de gotina serokê dadgehê ya hûn bi tirkî parastina xwe bikin wê baştir be rastî nerazîbûna siyasetmedarên kurd ên parastina bi kurdî dikirin hat.
Sêyemîn rûniştina doza siyasetmedarên kurd a 15 jê girtî ya 16 siyasetmedarên kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê berdewam dike. Siyasetmedar bi tercûmanên ku bi derfetên xwe anîne parastina xwe dikin. Di rûnişta dozê ya îro de rêveberên berê yê BDP'ê Îsmaîl Demîr û Naîf Ograş ên bi îdîaya bi "endamtiya rêxistinê" têkildar bi "Endamtiya Komîsyona Edaletê ya KCK'ê"tên dadgehkirin parastina xwe kirin. Demîr di parastina xwe de diyar kir ku îdîa nerast in û di bin banê BDP'ê de tiştekî wek "komîsyona edaletê" nîn e, wî bi xwe di bin banê Komîsyona Pêwendiyên bi gel re ya girêdayî Rêxistina Bajêr a BDP'ê ya Wanê xebat bi rê ve birine. Demîr der heqê vê mijarê de wiha got, "Gotinên şahidên veşartî yên têkildarî dozê bi nakok in. Li ser vî esasî eger bê xwestin ev doz li ser bingeheke meşrû û huqûqê bê meşandin em dixwazin bi şahidên veşartî re di huzura dadgehê de rû bi rû werin."
Di parastinên ku bi rêya tercûmanan hat kirin, dem dem ji ber axaftinên parastinê di zabitnameyan de kêm dihat nivîsandin parêzeran îtîraz kir. Li ser vê yekê serokê dadgehê got ku ji bo girtiyan parastin girîng e, bi zimanekî ku tê fêmkirin û zelal yanî bi tirkî bê kirin wê baştir be. Li ser vê pêşniyara serokê dadgehê siyasetmedarên kurd nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ew ne şerma wan a sîstemê ye, her wiha gotin ku çi dibe bila bibe wê bi kurdî parastina xwe bikin.
Rûniştina dozê piştî nivro jî berdewam dike.