‘Bila qatilê 11 gundiyan tuggeneral Yavuz Erturk hesab bide’
‘Bila qatilê 11 gundiyan tuggeneral Yavuz Erturk hesab bide’
‘Bila qatilê 11 gundiyan tuggeneral Yavuz Erturk hesab bide’
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Cizîrê û Geverê di çalakiyan de bûn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi dîrûşmaya, "Winda bên dîtin kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya hefteya 298'emîn li Parka Koşuyoluya li dar xistin. Li gel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Rezan Birsen Akatkaya, endamên KESK'ê, endamên TTOB'ê, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyan û bi dehan xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, çalakiya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê di hefteya 500'emîn de ye. Bîlîcî, anî ziman ku Dayikên Şemiyê ji bo bigihijin hestiyên xizmên xwe bi salan in têkoşînê didin û wiha got: "Muhatabê wan ê kiryarên komkujiyan derxin holê dewleta Tirk e. Rayedarên dewletê komkujî û îşkence pêk anîn. Heke bûn bixwazin li vî welatî bi Kurdan re di nava aştiyê de bixwazin bijîn divê berî her tiştî bi komkujiyên li hemberî Kurdan hatin lidarxistin rû bi rû bên."
Endama KESK'ê Tulay Tekîn Kuzu jî diyar kir ku Dayikên Şemiyê 500 hefte ne li Qada Galatasarayê ji bo winda bên dîtin çalakiyan li dar dixin û wiha got: "Dayikên Şemiyê 500 hefte ne li Qada Galatasarayê ne. Heya niha kiryarên cînayetên kiryar nediyar û windayan nehatine dîtin. Komkujiyên dewlet Tirk bi dawî nabin. Divê dewlet berî her tiştî bi komkujiyan re rû bi rû bê. Êdî tehemûla me nemaye. Bila dengê windayan û dayîna bibîhîze." Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî axivî û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ya Stenbolê.
Piştî axaftina çîroka Behçet Tutuş ê ku di 25'ê Mijdara 1993'an de li navçeya Pasurê ya Amedê ji aliyê Tuggeneral Yavuz Erturk ve bi 10 welatiyan re hate qetilkirin hate vegotin. Kurê Tutuş Harun Tutuş diyar kir ku piştî komkujiyê di sala 93'an de serî li Dozgeriya Pasurê dan lê piştî tu encama bi dest nexistin serî li DMME'yê dan û Tirkiye mehkûm kirin û wiha got: "Piştî di sala 1994'an de şivanekî hestî û parçeyên kincan dîtin me serî li ÎHD'ê da. Piştî serlêdanê Saziya Tipa Edlî lêkolîn kirin û hestiyên hatin dîtin aîdî 5 kesên di nav de Behçet Tutuş û Mehmet Salîh Akdenîz jî hene bûn. Piştî vê yekê dozgeriyê dosya ji dozgerê leşkeriyê re şand. Dozgerê leşkeriyê dosya da sekinandin û di sala 2013'an de doz ji ber demborî bû. Di vê demê de dozgerekî lêpirsîna dosyayê kir. Di encama vê lêpirsînê de Yavuz Ertuk 25 sal cezayê girtîgehê girtin."
Piştî axaftina çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê cara 298’emîn ji bo aqûbeta windayan biripsin li Parka Yilmaz Guney çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Nûnerên saziyên sivîl û welatiyan jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.
Di çalakiyê de qetilkikirina xebatkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu yê di 14’ê Cotmehê de hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD’ê yê Êlihê Mehmet Bagatir axivî û bal kişand li ser çalakiya Dayıkên Şemiyê ku yê vê hefteyê cara 500’emîn çalakî li dar dixin.
Bagatir diyar kir ku Dayikên Şemiyê her hefteyê şermên dewletên li gel, germê, sermayê, gule û bombeyên gazê li rûyên wan dixin. Bagatir anî ziman ku ji bo dewleta yekperest dema kuştinên kiryar nediyar bi dawî nebûye û wiha berdewam kir: “Li kolanan gulebaran kirin, bi benên berazan ve qetilkirin, cenaze ji holê rakirin wekî rûyê reş ê vî dewletê hê jî hebûna xwe didomîne. Tiştên di salên 90’an de qewimîn wekî lîstikeke bê pêşandan li ber me amade tê sekinandin. Tenê ne dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin bi polîtîkaya bêdengkirinê dixwazin hemû civakê bieciqînin. Beriya du hefteyana li kolanan vê wilatî mirovên wêrek ên ji bo Kobanê daketin kolanan bi rêbazên berê hatin qetilkirin.”
Piştî axaftina Bagatir ji bo xebatkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu yê hate qetilkirin 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
GEVER
Xizmên windayan yên Colemêrgê di hefteya 31'emîn de hatin ba hev. Di çalakiyê de piştgiriya Dayikên Şemiyê ku îro çalakiya 500'emîn li dar dixin hat aşkerekirin û çîroka Abdulhaluk Geylanî ku di bûyerên Şemzînanê de hatibû kuştin hat vegotin.
Nûnertiya Komaleya Mafên Mirovan a Geverê û xizmên windayan bi dirûşma "Kujer diyar in, winda li ku derê ne" di hefteya 31'emîn de li kuçeya Hunerê ya Gevera Colemêrgê hatin ba hev. Li gel dehan welatiyan, hevşaredarên Colemêrgê, endamên Şaxa KESK'ê ya Colemêrgê û endam û nûnerên saziyên sivil ên civakî beşdarî çalakiya hefteya 31'emîn bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatin windakirin û wêneyên zarokên ku kujerê wan ne diyar in hatin hilgirtin. Çalakî ji bo kesên ku ji bo aştî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerê ÎHD'a Colemêrgê Muhiyettin Unal di çalakiyê de axivî û bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê ku ev 500 hefte ye li ber Lîseya Galatasarayê ji bo xizmên xwe winda kirine çalakî li dar dixin. Unal, diyar kir ku heya niha kujerên windayên wan nehatine dîtin û ew ê heya kujer bên dîtin jî çalakiya xwe berdewam bikin. Unal, desnîşan kir ku kujer di nav gel de bi awayek rehet tevdigerin. Unal, têkiliya Tarik El Haşimî ya bi çeteyên DAIŞ'ê re ku demek ewilî hat Tirkiyeyê ji Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê kir û wiha got: "Ew niha li vir çi karî dike? Têkiliya wî ya bi DAIŞ'ê re çi ye?"
Endamê ÎHD'ê Vahap Canan jî nivîsa ku îro li ber lîseya Galatasarayê xwend û piştre çîroka Abdulhaluk Geylanî ku li di bûyerên Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê bav û diya wî ve hat vegotin. Bavê Geylanî, Haşîm Geylanî, diyar kir kurê wî di 21 saliya xwe de bêsûc li Geverê hat kuştin. Bav Geylanî, da zanîn ku kurê wî di sûkê de karê siwaxê dikir û çîroka kuştina kurê xwe wiha vegot: "Kurê min bê guneh bû. Dema li sûkê xortim distan hat kuştin." Dê Zubeyda Geylanî jî pirs ji rayedaran kir ku çi sûcê kurê wê hebû? Dayik Geylanî, diyar kir ku zarokên wan ji bo mafên xwe têdikoşin û heya dawiya xwîna xwe jî ew ê pey mafên xwe biçin.
Çalakiya hefteya 31'emîn bi rûniştina 5 deqîqeyî qediya.
CIZÎRÊ
Dayikên Şemiyê yên aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin di çalakiya vê hefteyê de hesabê Gurset Pîşkîn a dayika 3 zarokan a ji aliyê Albay Cemal Temîzoz û ekîba wî ve bi îdiaya “terorîst e” bi panzeran mala wê hate gulebarankirin û qetilkirin pirsîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê yên ku aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin vê hefteyê cara 306’emîn hatin ba hev û lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Dayikan wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin û “albuma windayan” vekirin çalakiya rûniştinê pêk anîn. MEYA-DER, ÎHD, KESK, rêveberên TTB’ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê vê piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiya ku her hefte çîroka windayeke bi raya giştî re tê parvekirin de vê hefteyê çîroka Gurbet Pîşkîn a dayika 3 zarokan a di 1993’yan de li mala xwe hate gulebarankirin hate parvekirin.
Keçapa Pîşkîn, Behiye Pîşkîn axivî û got ku di 1993’yan de bi şev saet 23.00’an de mala wan ji aliyê Albay Cemal Temîzoz û ekîba wî ve ji aliyê 5 panzeran ve 15 deqîqeyan hatiye gulebarankirin û wiha berdewam kir: “Gurbet Pîşkîn bi hevserê jintiya xwe ve li wir hate qetilkirin. Xwîşka hevserê wî û du xwîşkên Pîşkîn jî di bûyerê de birîndar bûn. Fermandarê JÎTEM’ê yê wê demê Cemal Temîzoz û hevalên wî berpirsyarê mirinan e. Lê îro ji aliyê darazê ve ev kujer hatin berdin. Em dixwazin kujer car din bên girtin. Gurbet Pîşkîn dayika 3 zarokan bû û Temîzoz digot em terorîst e. Dayika ku 3 zaroka wî ya 3 mehî heye çawa dibe terorîstb Mirovên ku wan qetil dikin tên berdan gelo navê vê çi ye? Bedena xwe ji bo zaroka xwe ya 3 mehî kir mertal. Ew bixwe mir lê zaroka wê xilas bû. Îro keça wê 21 salî ye dê hesabê dayika wê ki bide?”
Piştî axaftina Pîşkîn Serokê ÎHD’ê yê Şirnexê Emîrhan Uysal axivî. Uysal bilêv kir ku li Stenbolê ev 500 hefte ye Dayikên Şemiyê ji bo bigihîjin hestiyên xizmên xwe yên winda li qadan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên me bi salan in ji bo zarokên wan ên kevirekî gora wen jî nîn e li qadan rûdinên û edaletê digerin. Dewlet van kiryaran hemûyan dizane. Dema ku bûyerek pêk tê li gorî daxwazên dewletê hema kiryaran dibîne û wan ceza dike. Lê çima kiryarên zarokên dayikên ku ev 500 hefte ye aqûbeta wan digerin nabîne? Ji bo edelet bi cih bê kiryar divê kiryan hesabê bidin edaletê.”
Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.