Bila Meclîs xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê lêkolîn bike!

Bila Meclîs xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê lêkolîn bike!

HDP'ê ji Meclîsê xwest, xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê lêkolîn bike.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, der barê xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê de xwest Meclîs lêkolînê bike.

Di beşa sedemê ya pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin de bal hat kişandin ser êrîşên DAIŞ'ê yên li Rojava, Başûrê Kurdistanê û Iraqê.

Hat bibîrxistin ku gelek agahî li nava raya giştî belav bûne ku destnîşan dikin, li Stenbol, Enqere, Konya, Îzmît, Semsûr, Çewlik, Êlih û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê, ji bo peydakirina endaman ji DAIŞ'ê re rêxistinbûyîn tê kirin û ji van bajaran tevlîbûna li nava DAIŞ'ê çê dibin.

Balûken diyar kir ku dema komkujiyên DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn û asta rêxistinbûyîna wê ya li Tirkiyeyê li ber çavan bê girtin pêkane ku li nava Tirkiyeyê jî êrîşan bike û got, "Li gorî vê rewşê, ji bo xebatên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi navê xwe yê nû Dewleta Îslamê (DÎ) bê astengkirin, ji bo tedbîrên pêwîst li hemberî êrîşeke gengaz bê girtin û bingeha polîtîka a li Tirkiyeyê rê li ber rêxistinbûyîna wê vedike ji holê bê rakirin, em dixwazin Lêkolîna Meclîsê bê destpêkirin."