'Bila hêzên Tirk ên li Iraqê bi zorê werin derxistin'

Rayedarên Iraqê êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundên Kurdan careke din şermezar kirin û ji bo derxistina hêzên Tirk ên li ser axa Iraqê xwestin hêza çekdarî were bikaranîn.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşa hewayî ya artêşa Tİrk a li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina sivîlan careke din bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ahmed Mehcub got, "Em her şêwe êrîşa li ser bakurê Iraqê û bombekirina cih û warê sivîlan red dikin."

Rayedarê Iraqî diyar kir, beriya her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava sînorên Iraqê divê bi hikumeta Iraqê re di nava koordîneyekê de tevbigere.

PARTIYA MALÎKÎ: TIRK JI HÊZA ÇEKDARÎ FÊHM DIKIN, BILA BI VÎ RENGÎ WERIN DERXISTIN

Nerazîbûna li ser hebûna hêzên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Ji bo derxistina hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya hin parlamenterên Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan dest pêkiribû. Îmzeyên ku di vê çarçoveyê de hatin komkirin wê radestî Parlament û Hikumeta Navendî ya Iraqê bên kirin.

Parlamentera Partiya Koalîsyona Dewleta Kanûnê ya Nûrî Malîkî Zeynep Hezrecî duh daxuyaniyek da û xwest, ji bo Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, hêza leşkerî bê bikaranîn.

Hezrecî diyar kir, ji bo Tirkiye hêzên xwe vekişîne Bexdayê ji aliyê dîplomatîk ve gelekî hewl da, lê belê nekarî encamekê bi dest bixe. Hezrecî got, "Ji bo Tirkiye hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne divê hêz were bikaranîn. Ji ber ku Tirkiye ji bilî hêzê ji tiştekî din fêhm nake."

Hezrecî anî ziman ku Tirkiyeyê hemû peymanên navneteweyî binpê kiriye û got, "Divê Erdoğan baş zanibe ku Iraq Sûriye nîne. Divê Bexda bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê bike û bi fermî ji Tirkiyeyê re ragihîne ku divê hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne."