Bila heyetek serbixwe li çekên ku dewleta Tirk bi kar anî bikole!

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif diyar kir ku li gorî agahiyên li ber destê wan, dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar aniye û got, "Divê heyeteke serbixwe mijarê lêkolîn bike."

Li gorî nûçeya JinNewsê agahiyên der barê bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê Tirkiyeyê ve ji herêmê tên.

Rojnamevanên ku êrîşên li Girê Spî û Serêkaniyê li cih dişopînin, diyar dikin ku ji 9'ê Cotmehê ve dewleta Tirk ji bilî êrîşên bi hawan, top, obus û balafirên şer, her wiha çekên qedexekirî bi kar tîne.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif bang kir ku heyeteke serbixwe ya ji doktoran, yan jî doktorên ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ve bên wezîfedarkirin li herêmê lêkolînan bikin û sûcên şer ên hatine kirin tespît bikin.

MADEYEKE SPÎ Û SIVÎLÊN KU ŞEWITÎN Û BÛN XWELÎ

Piştî ku Jin News û Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenên sivîlên ku bedena wan şewitîn weşandin, hin dîmenên nû peyda peyda bûn. Di dîmenan de ku rojnamevan Nazim Daştan kişand, tê dîtin ku li navenda bajarê Girê Spî û gundên wê ji bombeyên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên avêtin dûyekî spî bilind dibe. Nazim di 13'ê Cotmehê de li Girê Spî dîmen kişand ku di dîmen de xuya dike li qada sivîlan teqîneke mezin rû dide.

Rojnamevan Daştan got, "Yekemcar min dûyekî spî yan jî madeyeke spî dît. Piştî bombardûmanê dema ku em çûn navenda bajêr min dît ku sivîlek şewitî û bûye xwelî."

Nûçegihan Rûken Cemal jî ku ji destpêka êrîşan ve li Serêkaniyê ye, diya rkir ku ji 9'ê Cotmehê ve ji bo têkbirina berxwedana gel li Serêkaniyê bi her rengî çek tên bikaranîn û got, "Di nava saetekê de bi bi sedan top, hawan, roket û balafirên şer êrîşan dikin. Çekên ku tên bikaranîn çekên kîmyewî ne."

Rojnamevanan destnîşan kirin ku tevî 'agirbestê' Nexwşexaneya Roj hate bombekirin, ku bi dehan sivîl lê dihatin dermankirin.

YÛSIF: NÎŞANEYÊN CIDÎ LI BER DESTÊ DOKTORAN HENE

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif anî ziman ku doktorên li gel wan der barê çekên qedexekirî yên hatine bikaranîn lêkolînan dikin û wê encamên wê bi mekanîzmayên pêwendîdar ên navneteweyî re parve bikin.

Yûsif diyar kir ku doktorên sînornenas, rêxistina tenduristiyê ya dinyayê û pisporên di vê mijarê de divê der barê çekên hatine bikaranîn li ser mirovên ji ber van çekan birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane lêkolînan bikin û got, di destê doktoran û Heyva Sor de daneyên cidî hene. Yûsif got, "Divê tevahiya dinya bibîne ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi çi rengî li vê deverê qirkirinê dike."

Yûsif ragihand ku ji bo têkbirina berxwedanê li dijî gel çekên qedexekirî tên bikaranîn û destnîşan kir ku doktoran der barê sûcên şer de rapor amade kirine.

Di dîmenan de yên ku li Nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê hatin kişandin, birînên kesên li Serêkaniyê birîndar bûn dişibiyan birînên ji ber bombeya fosforê ya spî. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kir ku 'daneyên xurt hene' ku nîşan didin Tirkiyeyê û komên wê sûcên şer kirine.