‘Bila Berlîn Qedexeya PKK’ê rake’
‘Bila Berlîn Qedexeya PKK’ê rake’
‘Bila Berlîn Qedexeya PKK’ê rake’
Siyasetmedarên Kurd wê ji berî meş û mitînga 16’ê Mijdarê a li paytexta Almanya Berlînê a bi navê “ Piştgiriyê bidin pêvajoya aşitiyê, bila qedexeya li ser PKK’ê rebe” pêktê de li Berlînê bang li hikûmeta Alman bikin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak û Hevserokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç dê sibe civîna çapemeniyê lidarbixin.
Li Almanyayê ji 26’ê mijdara 1993’an ve bi biryara Wezirê Karê Navxweyî PKK hatiye qexekirin, dê di 20. sala wê de sazî û rêxistinên civakî, parêzvanên fafê mirovan û siyasetmedarên Kurd li Berlînê bên cem hev.
Meşa ku ji aliyê komek aktivîstên Alman “Tatort Kurdistan” ve tê organîzekirin di 16’ê Mijdarê roja Şemiyê tê lidarxistin de wê meş demjimêr 11:00’an li Alexanderplatz de destpê bike. Piştî meşê li nêzî meclisa Fedaral li Qada Brandenburg Tor’ê mitîng were lidarxistin.
Sibe jî wê bi navê “Piştgiryê bidin pêvajoya aştiyê, bila qedexeya li ser PKK’ê rabe” civîna çapemeniyê û panel were lidarxistin. Di Konferansa Çapemeniya Ferdaral de dê di demjimêr 10:00’an de destpê bike. Di Konferansê de Hevseroka Giştiya BDP'ê Gultan Kişanak û Berdevkê Civaka Aştiya Alman (DFG-VK) Monty Schadel beşdar dibin.
Sibe êvarî jî di demjimêr 18:00’an de bi heman mijarê li hola konferansa Weqfa Rosa Luxemburgê panel tê lidarxistin. Dê modaratoriya panelê Selim Ferat bike. Di ham demê de Hevseroka Giştiya BDP'ê Gultan Kişanak, nûnerên Komelaya Navnetewî ya pêşilêgirtina şerê Atom û komeleya doxtoran xwediyê berpirsyatiyên civakî (IPPNW) Dr. Gisela Penteker, li ser navê înîsiyatifa Tatorta Kurdistanê Monika Morres û Endamê Rêveberiya YEK-KOM’ê Yilmaz Kaba beşdar dibin.
BANGÊN JI BO MEŞÊ: QEDEXE DIVÊ RABIN
Duh û roja berî wê kesên ku ji ANF’ê re axivin yên wek Prof. Dr. Andreas Buro û Prof. Norman Paech, ji hikûmeta Alman xwestin ku qedexeya li PKK’ê rakin. Prof. Buro û Prof. Paech ên di nava parêzerên mafê mirovan û aştiyê yên li Almanyayê hatîn naskirin de cihgitîn, dan diyar kirin ku ji bo li Kurdistanê aştî û çareserî pêk were divê Almanya qedexeyê rake.