Bila astengiyên li pêş kurdî rabin

Bila astengiyên li pêş kurdî rabin

Kurdî-Der a Îzmîrê bang kir ku divê hikûmeta AKP’ê demildest pêngavan bavêje û astengiyên li pêş ziman rabike. Her wiha di daxuyaniyê balkişandin ser komkujiya li hemberî Rojava û şermezar kirin.

Bi sedan kesên li ber Konak Pîer hatin cem hev pankarta ‘Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin’ vekirin û heta ber Sumerpaka berê meşiyan.

Nûnerê Kurdî-Derê Mehmet Atsiz daxuyanî xwenst û pêvajoya Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin ji aliyê gelê kurd ve ligel hemû zehmetiyanhatiye meşandin.

Atsiz got AKP di nava hewldana ku pêvajoyê sabote bike de ye û got ev pêvajoyê dixetimîne. Atsiz got divê astengiya li pêş kurdî bê rakirin û demidlest pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî vebike.

Atsiz komkujiya Rojava jî şermezar kir û got ew her tim li cem Gelê Rojava ne.