Bikom ji AKP’ê îstîfa kirin
Bikom ji AKP’ê îstîfa kirin
Bikom ji AKP’ê îstîfa kirin
Serokê AKP’a Gîresûnê Sebrî Ozturk û lijneya rêveber bi hev re îstîfaya xwe aşkera kirin.
Serokê AKP’a Gîresûnê Sebrî Ozturk û lijneya rêveber li avahiya bajar civînek ya çapemeniyê li darxistin. Ozturk da diyarkirin ku, ji ber ku fikrê wan û hinek parlementeran ji hev cûdaye, ew li gel lijneya rêveber îstîfa dikin.
Ozturk got: “Ji bo ev tengasî derbaz bibin, me bi hemû awayî hewilda, lê belê ji bo sererast bibe me tu encam negirtin. Me ev mijar ji navenda giştî re jî got. Me duh li Enqereyê di civîna serokên bajaran de jî nîqaş kir. Beriya hilbijartinên herêmî, ji bo ev tengasî derbaz bibe me biryar da ku em fedekariyekê bikin. Li ser daxwaza Serokwezîrê me, me û hevalên xwe ên lijneya rêveber biryara îstîfayê da.”