Bijîşkên ku Erdogan ew wekî hedef nîşan dabû, hatin binçavkirin

Endam û rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji ber ku li hemberî êrîşên li dijî Efrînê banga aştiyê kiribûn, ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hedef hatibûn nîşandan. Polîsan îro girtin ser malên endam û rêveberên TTB’ê.

Polîsan girt ser malên endam û rêveberên TTB’ê yên ku li hemberî êrîşên li dijî Efrînê banga aştiyê kiribû. Hat hînbûn ku 11 endam û rêveberên TTB’ê hatine binçavkirin.

Endamên TTB’ê yên ku polîsan girtine ser mala wan ev in: Serokê TTB’ê Raşît Tukel, Endamên Konseya Navendî Sezaî Berber, Sînan Adiyaman, Selma Gungor, Şeyhmûs Gokalp, Hande Arpat, Ayfer Horasan, Taner Goren, Fûnda Obûz, Yaşar Ûlûtaş û Nazim Yilmaz.

Hat ragihandin ku wê ev kes 7 rojan di binçavan de bimînin. Serokê TTB’ê Raşît Tukel piştî ku hate binçavkirin, di bin nezareta polîsan de ew birin Fakulteya Tibê ya Çapayê.