Bihezaran kes tevlî çalakiya fînala 'Ji Ocalan re Azadî' bûn

Bihezaran kes tevlî çalakiya fînala 'Ji Ocalan re Azadî' bûn

“Otobusa ji Ocalan re Azadî” ku ji du mehan zêdetire li navendên cuda yên Ewropayê çalakiyan pêktîne, li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê bi mitîngekê bidawî bû.

Otobusa ku 8’ê Îlonê li bajarê Mannheim yê Almanyayê birê ket û ji du mehan zêdetir li 86 bajaran geriya, li bajarê Dusseldorfê bi mitîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.

Bi hezaran Kurdistaniyên ku di demjimêr 13.30’an de li ser cadeya Friedrich Ebert ya li navenda Dusseledorf kombûn û bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Girseya ku bi çalakvanên otobusê re meşiyan bê navber slogan ji bo Ocalan û PKK’ê avêtin.

Çalakiya ku li qada Johannes Rau vegeriya mitîngê bi hezaran kesên ku tevlî mitîngê bûn çalakvanên otobusê silav kirin û di axaftinên li vir hatî kirin de hate diyarkirin ku, çalakî bi awayek serkeftî derbazbûye û hem di Kurdên li Ewropayê jiyan dikin û hem jî di raya giştî ya Ewropayê de hişyarbûnek daye çêkirin.

Jinên ku bi cilûberên netewî yên rengareng tevlî çalakiyê bûyî balkişandin, her wiha gelek nûnerên rêxistinê demokrat û şoreşger yên Tirkiyeyî jî tevlî mitîngê bûn û piştgirî dan çalakvanên otobusê.

Çalakî di demjimêrên şevê de bidawî bû.