Bi wesîleya cejnê goristan hatin ziyaret kirin

Bi wesîleya cejnê goristan hatin ziyaret kirin

BDP’a Amedê çû serdana Goristana Deriyê Mêrdînê û gora siyasetmedarê kurd Vedat Aydin yê ku di sala 1991’ê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, ziyaret kirin. Bi wesîleya cejna Qurbanê gelek nûnerên saziyan tevli ziyaretê bûn.  Gorên PKK’î û HPG’iyên di dîrokên cuda de hatin qetilkirin, hatin ziyaret kirin.

 Malbata Aydin, şaredarê bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, seroka MEYA-DER’ê Leyla Ayaz û gelek kes tevli bûn. Deqeyek rêz hat girtin û dua hatin kirin. Zubeyde Zumrut li ser gorê axaftinek kir û da zanîn ku divê êdî cejnên bê rondik bên jiyîn û bila cejna Qurbanê bibe wesîleya aştiyeke mayînde û bi rumet.

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî  bertek nîşanê polîtîkayên qirêj yên li Rojava û Rojhilata Navîn tên meşandin dan û got bila demildest ev şer bi dawî be. Girseyê qurnefîl danîn ser gorê û dua hatinkirin.