‘Bi wesîleya Cejna Qurbanê em li dora şehîdên xwe bibin xelek’

‘Bi wesîleya Cejna Qurbanê em li dora şehîdên xwe bibin xelek’

Hevserokatiya KONGRA-Gel, peyamek weşand û cejan Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de cejnam hemû gelê îslamê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Hêviya me eve ku ev cejna Qurbanê jib o hemû gelê Îslamî û gelê Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û biratiyê.

Hevserokatiya KONGRA-GEL destnîşan kir ku gelê kurd vê cejna pîroz dîsa di nava êşan de pêşwazî dike û  hate destnîşan kir ku derfeta dîrokî ya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd afirand ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate hebakirin.

 Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “hikûmeta AKP û dewleta tirk ji bo ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigire, bi ser neketiye û di pêvajoya ku em têde ne de di bin navê kilifên îslamî de çeteyan bi rêxistin dikin û ji bo ku şoreşa Rojava asteng bikin polîtîkayên qirêj dimeşîne. AKP li gorî xwe dixwaze pêvajoyê di nava demê de belav bike û şoreşa Rojava bike bin kontrola xwe. Her wiha hedef dike ku hilbijartinan bidest bixe û projeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî vala derxîne.

KONGRA-GEL di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku AKP ji paşerojê qet dersê dernaxîne û  gelê Tirkiyeyê berbi taritiyê ve dibe û got: “Ji bo ku li Şoreşa Rojava têk bibin li herêm qetlîamên hovane pêk tîne û hebas dikin ku pêşeroja gelê me tarî bikin.

Dersa ku ji têkoşîna 35 salan a azadiyê hatiye derxistin wihaye: Kesên li dijî têkoşîna mafdar a gelê kurd derketin, wenda kirin. AKP  ger di van polîtîkayên xwe derew de israr bike dê wenda bike. û wê re dê gelê Tirkiyeyê jî wenda bikin.

Em bang li gelê kurd dikin ku bi wesîleya cejna Qurbanê biçin ser gorên şehîdan û li dora şehîdên me bibin xelek.  Bi ruhê serhildanê em van rojên cejnê bikin derfeta bo aştiyê. Em divê li dora Serokatiya xwe, şehîd û şoreşa rojava bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi vê wesîleyê em cejna hemû gelê xwe pîroz dikin û ji bo têkoşîna wan ya azadiyê ya pîroz serkeftinê dixwazin.”