Bi wesayîtên zirxî pêşî li Kurdistaniyên diçin Cizîrê hat girtin-HAT NÛKIRIN
Kurdistaniyên ji Êlihê diçin Cizîrê, li Mîdyatê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin astengkirin.
Kurdistaniyên ji Êlihê diçin Cizîrê, li Mîdyatê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin astengkirin.
Kurdistaniyên ji Êlihê diçin Cizîrê, li Mîdyatê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin astengkirin. Hêzên dewletê ragihandin ku biryara qeymeqamtiyê heye, bi tenê parlamenter wê karibin derbas bibin û li ser vê yekê alozî derket.
Sekna parlamenterên HDP'ê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, rêveberên HDP û DBP'ê û gel a li ser rêya Hezexê dewam dike.
Di vê navberê de, hêzên dewleta Tirk nehiştin cenazeyê kesekî li Êlihê jiyana xwe ji dest dabû, derbasî Hezexê were kirin. Ev yek bû sedema rûdana nîqaşê.