'Bi vegera wezîfedarên alîkariyê re wê Ebola li Ewropayê belav bibe'

'Bi vegera wezîfedarên alîkariyê re wê Ebola li Ewropayê belav bibe'

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê belav dibe, derket 4 hezar 950 kesî û hînê dermanek jê re nehatiye dîtin. Fikar tên kirin ku bi vegera wezîfedarên tenduristiyê yên ji bo dermankirina nexweşên Ebola li Rojavayê Afrîkayê ne, vîrûs li Ewropayê belav bibe.

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine 13 hezar 241 e û hejmara mirovên bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 4 hezar 950 kesî. Li gorî WHO, 311 kesên jiyana xwe ji dest dane, wezîfedarên tenduristiyê yên li Lîberya, Gîne û Sîerra Leone wezîfe dikir bûn.

Li aliyê din, ji ber şewba ji meha Adarê û pê ve belav bû, tê texmînkirin ku bi hezaran doktor û wezîfedarên tenduristiyê yên biyanî li Rojavayê Afrîkayê ne. Vegera van wezîfedaran rê li ber fikara, belavbûna şewbê li welatê wan vekir.

Ji pisporên nexweşxaneya bi navê Missionärztliche Klinik a li bajarê Elmanya Wurzburgê August Stich diyar kir ku ew li bendê ne bi sedan wezîfedarên tenduristiyê yên li Rojavayê Afrîkayê kar kirine, di meha Mijdarê vegerin welêt. Stich da zanîn ku bi vegera wezîfedarên tenduristiyê û xebatkarên alîkariya însanî re rîsk heye ku vîrûsa Ebola li Elmanyayê belav bibe û destnîşan kir ku divê ji bo van kesan bernameyeke taybet bê amadekirin.

August Stich da xuyakirin ku wezîfedarên alîkariyê yên vegerin wê 21 rojan di bin çavdêriyê de bin û xwest doktorên malbatê jî der barê Ebola de agahiyan belav bikin û hişyarî da wezîfedarên servîsa lezgîn û ambûlansê ji bo Ebola ne amade ne. Stich diyar kir ku girîng e wezîfedarên alîkariyê yên ji Rojavayê Afrîkayê vegerin, di gelek testan de bên derbaskirin û demeke dirêj di malên xwe de di bin karantînayê de bên ragirtin.

Vîrûsa Ebola ya ku herî zêde li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê hat dîtin, li Nîjeryayê jî rê li ber mirina 8 kesan vekiribû. Bi vegera wezîfedarên mîsyonê ji Rojavayê Afrîkayê û hatina hin nexweşên Afrîkî re vîrûs li welatên DYA û Spanyayê jî belav bûbû.

Her çend bi awayekî fermî tê ragihandin ku hejmara mirovên ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dane 4 hezar 950 ye jî, tê gotin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Tê texmînkirin ku gelek kesên li qadên bejahî jiyana xwe ji dest dane, bêyî agahî bê dayîn ji aliyê malbatên wan ve hatine veşartin.