Çalakiya rûniştinê ya bê dem, duh danê nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Çalakger ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyêya Konseya Ewropayê (CPT) dixwazin ku ji ber nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê, rewşa Ocalan lêkolîn bike û agahiyan bi raya giştî re par ve bike.
BI DEHAN SAZÎ Û BI SEDAN KESAYET TEVLÎ DIBIN
Saziyên tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya duh bûn û destekê didin çalakiya rûniştinê ev in:
"Kongreya Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd li Fransayê (CDK-F), NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidiyan a Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), PJAK, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-KON), Platforma Derya Reş a Şoreşger, Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF), Konfeerasyona Gelên Demokratîk ên Ewropî (ADHK), Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Cîhaneke lê bê jiyîn, NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiyên Dersimê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF), Partiya Kesk û Paşeroja Çep, Partiya Şoreşger, Navenda Çandê ya Koçgirî li Ewropayê, Hewldana Mereşê ya Ewropayê, Însiyatîfa Gel a Kurecikiyên li Ewropayê û Meclîsa Jinên Êzidî.)
GELEK KESAYET TEVLÎ BÛN
Li gel nûnerên van hemû saziyan û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê gelek kesayet jî ya yekser tevlî çalakiyê bûne ya jî destekê didin. Çend ji van kesayetan jî ev in: Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, siyasetmedar Hecî Ehmedî, parlamenterên HDP'yî Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, akademîsyenên ji bo aştiyê Çetîn Gurer û Engîn Sûstam, rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn, rojnamevan Veysî Sarisozen û Fîlîz Koçalî, nivîskar Azîz Tûnç, ji Nifşên 68'an siyasetmedar Mahîr Sayin, ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar û hunermend Hozan Emekçî, Hozan Xelîl Xemgîn, Hozan Sosin û Hozan Seyidxan.
BI SEDAN KES TEVLÎ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DIBIN
Çalakger, heta ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê wê çalakiya xwe bidomînin. Tevî sazî û pêkhateyên wan, bi sedan welatparêzên Kurd ên ji hemû welatên Ewropayê berê xwe didin Strasboûrgê.
Çalakiya rûniştinê duh bi mîtînga bi beşdariya hezar kesî dest pê kir. Çalakiya rûniştinê wê bi beşdariya zêdeyî 300 kesên ji hemû welatên Ewropayê bidome. Tê payin, tevlîbûna li çalakiya rûniştinê roj bi roj zêde bibe. Ji hemû bajarên mezin ên Ewropayê wê bi rengekî dorveger beşdarî li çalakiyê bibe.
WÊ ÇI BÊN KIRIN?
Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de wê heyet bên avakirin û ji bo agahdarkirinê wê gelek hevdîtin bên kirin. Wê nûnertiyên welatiyên endamên Konseya Ewropayê bên ziyaretkirin û li ser tecrîda li ser Ocalan, têkoşîna azadiyê ya Kurd û girîngiya Ocalan ji bo gelan dosya pêşkêşî wan bên kirin.
Çalakgerên ku li meydana nêzî avahiyên Konseya Ewropayê û CPT ne, her roj wê li ber CPT çalakiya rûniştinê pêk bînin û daxwaza xwe bînin ziman. Her wiha wê komên ji çalakgeran li navenda bajarê Strasboûrgê jî raya giştî agahdar bikin.