Bi sedan kesan li Stockholmê êrîşên li ser Efrînê protesto kirin
Kurdistanî û dostên wan li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Bi sedan kes di saet 14:00’an de li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve ya Swêdê kom bûn.
Polîsan êrîşî girseyê kir a ku bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan” ber bi Parlementoya Swêdê ve dimeşiyan. Piştî aloziyeke demkurt komek jinan benda polîsan derbas kirin û gihiştin derê avahiya Parlementoyê.
Polîsan bi awayekî tund êrişî jinan kir ên ku hatibûn pêşiya avahiya Parlementoyê.
Girseya gel piştî çalakiya li pêşiya parlementoyê, ber bi Navenda Sergelstorg ve meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmên, “DAÎŞ=Erdogan”, “Xwîn ji Efrînê diherîke cîhan bêdeng e”, “Kujer Erdogan” hatin berz kirin.