Bi Sedan Endamên El-Nusra ji Tirkiyeyê derbasî Til Ebiyad bû
Bi Sedan Endamên El-Nusra ji Tirkiyeyê derbasî Til Ebiyad bû
Bi Sedan Endamên El-Nusra ji Tirkiyeyê derbasî Til Ebiyad bû
Çavkaniyên Heremê diyar dikin ku li Til Ebiyad şerê dijwar rû didin û ji sibê ve bi sedan endamê Cebhet El- Nusra ji Tirkiyeyê derbasî Til Ebiyad bûne.
Çavkaniyên heremê diyar kirin ku bi sedan Endamê Cebhet El- Nusra li ser Tirkiyeyê re derbasî Til Ebiyadê bûne û ji bajarê Reqqaê jî ji şevê din ve bi dehan wesayît yên komên çete derbasî Til Ebiyad bûne. Nûçegiyanê me yê Til Ebiyad diyar kir ku li gorî peymana di navbera Cebhet El Ekrad û Dewleta Iraq û Bîladî Şam Emîrê Reqqa Ebû Mûsaab hate berdan, lê hemû sivîlên di destê El Nusra de nehatine berdan. El Nusra dîsa sivîlan li heremên cuda digire.