Bi sed hezaran kesî Qada Kazliçeşmeyê dagirtin

Bi sed hezaran kesî Qada Kazliçeşmeyê dagirtin

Bi sed hezaran kes li Qada Kazliçeşmeyê slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" diqêrin. Di pîrozbahiyê de şoreşa Rojava hate silavkirin û mitîng bi axaftinan dest pê dike.

Li Qada Kazliçeşme ya navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê bi sed hezaran kes sloganên "Bijî Serok Apo" qîr dike. Ligel hêj bernameya Newrozê dest pê kir qada Newroz bi tevlîbûna hemû derdorên cuda qad hate dagirtin. Jin û ciwan bi kincên gelerî ketin qadê. Li qada Newrozê posterên Ocalan û gelek pankart hatin vekirin. Sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" tên bilind kirin. Li qadê Hacî Zengîn ê ku par di pîrozbahiyên Newrozê de di mudaxeleya polîsan de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.

Girseyê Şoreşa Rojava silav kir û slogana "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" qîr dikin. Ciwanên dixwazin derbikevin ser dikê tên hişyarkirin û zarokên winda dibin tên anons dikin. Mitîng dê bi axaftrina komîtiya amadekar dest pê bike û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder dê li ser navê HDK'ê axaftinê bike û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî dê axaftinekê bike.