Bi sed hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Bi sed hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Bi sed hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Misk, Şax, Qelqelî, Payîzava, Qaqizman, Erdexan,Gogsî, Ende, Mêrsîn, Burhaniye, Gîl, Xelfetî, Silopî, Qubîn, Sêwerek, Meletî, Xerpêt, Ebex, Milagîr, Tetwan û Kopê sed hezaran Newroz bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" pîroz kirin. Di axaftinên hatin kirin de banga tevlîbûna Newroza Amedê hatin kirin.
MIKS
Li navçeya Miksê ya Wanê jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû," Newroz bi tevlêbûna sedan kesan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li tenişta çemê Miksê hat pîrozkirin de Parlamenterê û rêveberên BDP'ê, şaredar û nûnerên saziyên sivîl ji di navde bi sedan kes amade bûn. Li qadê pankarta "Bi tîna rojê neviyê Feqiyê Teyran Newrozê pîroz dikin" "Bi hevî û daxwaza Newroz sempola raperîna li hemberî zilmê bibe cejna aştiyê pîroz be" û wêneyê 3 jinên Kurd hatin vekirin. Ciwanan li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tişortên "Newroz pîroz be" li ser hatibû nivîsandin li xwe kirin. Girsê piştî rêz girt û agirê Newrozê pêxist li dora agir govend gerandin û Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Axaftin hatin kirin û piştî axaftinan Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.
ŞAX
Li navçeya Şaxê ya Wanê jî bi heman şîarê Newroz li navenda navçeyê hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'e kom bûn heta qada Newrozê bi def û zurneyan meş pêk anîn. Jinan bi kiras û fîstanan reng da Newrozê. Girsê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin. Dîsa pankartên "Newroz'a we pîroz be", "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" vekirin. Li Girê Lemanê yê li hemberî qada Newrozê nivîsa "Ji Ocalan re azadî" hat nivîsandin. Pîrozbahiyê bi pêxistina agir dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de govend hatin gerandin û muzîk hat guhdarkirin. Pirozbahî bi stranên Rênas Amed û govendê didome.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliya Wanê jî Newroz li pêş mala Mamosteyan bi tevlêbûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê yên navendî û navçeyê, şaredar û endamên şaredariyê jî amade bûn. Li qada Pîrozbahiyê pankarta mezin a “Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatin vekirin. Girsê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” qîr kir. Di pîrozbahiyê de peyam hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Piştî axftinan KomaHemdem stran gotin. Coşa pîrozbahiya Newrozê bi stranan derket asta herî jor.
PAYIZAVA
Li navçeya Payizava ya Wanê jî 2 salin Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahniya Newrozê bûn. Pîrozbahî li qada vala ya li tenişta Qeymeqamiyê pêk hat. Ji 70 gundan welatî bi maşîne û derfetên xwe hatin tev li pîrozbahiyê bûn. Polîsan qada Newrozê dorpêç kir, lê dîsa welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn, û rengên kesk, sor û zer hatin rengandin. Newroz bi stranên koma NÇM'ê û govendê berdewam kir. Dayîkên Aştiyê, nûnerên TUYAD-DER û welatiyan reng da Newrozê. Girsê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” berz kirin.
Şahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
KAXIZMAN
Li navçeya Kaxizmana Qersê jî Newroz bi tevlêbûna hezaran kesan li qada Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Li qada Newrozê pankartên "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" û "Ji bo Jiyana Demokratîk, biratiya wekhev û azad, em aştiyê biqîrin." hatin vkiin. Li qadê alên PKK'ê hatin vekirin. Welatiyan bi cilên xwe yên rengîn qad kirin wekî qada rengan. Di pîrozbahiyê de parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, endam û Rêveberên BDP'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. di pirozbahiyê de Birtane, agirê Newrozê pêxist û pişti pêxistina agir û rêzgirtinê axatin kir. Bîrtane diyar kir ku, Newroz roja raperîn û sirhildana gelê Kurd e û Newroz li gelê Kurd pîroz kir. Bîrtane anî ziman ku, îro bi milyonan Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe Birêz Abdullah Ocalan û statû û azadiya xwe dikin qerîn û bi coşa azadiyê Newroza gelê kurd û Ocalan pîroz dike. Pîrozbahiyê bi starên Hemê Heci û komên herêmî beredaw kir.
QEREYAZÎ
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê jî bi heman şîar, pankart û dowîzan Newroz hat pîrozkirin. Newroz bi tevlêbûna 5 hezar kesan li qada Bayraktarê pêk hat. Endam u rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde 5 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû xwestin. Girsê li vir posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer vekirin. Li vir jî li ser pêvajoyê û wetaya newrozê axaftin hatin kirin û piştî axaftinan hunermend Zilan, Selim Serhat û Kizmet Yildiz, derketin ser dikê û stran gotin.
ERDEXAN
Li Erdexanê jî bi heman şîarê, pîrozbahiya Newrozê li qada Parka Şehirê dest pê kir. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi def û zurneyan û bi pankartên "Çareseriya Demokratîk, Ji Ocalan re azadî" û "Cejna Newrozê pîroz be" û ala kesk, sor û zer ku ji 10 metreyan pêk tê meşiyan qada Newrozê. Girsê siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" qîr kirin. Niha li qada Newrozê bi hezaran kes kom bûne û govendê digerînin. Li qada Newrozê bi hezaran kesan bê navber siloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bilind kirin. Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pîrozbahiyê bi govend û muzîkê berdewam kir û bi meşa heta ber avahiya BDP'ê ya Erexanê bidawî bû.
EDENE
Rêxistina BDP'ê ya Ceyhanê li taxa Beşocak a Ceyhanê pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Bi hezaran kes serê sibê ber bi qada li ber Stadyuma Bajar ve meşiyan. Piştî lêgerînê welatî ketin qadê. Li qadê pankartên "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû", "Welatê demokratîk, netewa demokratîk, makezagona demûkratîk û komara demokratîk" û "Ji Ocalan re azadî ji qirkirinê re na." hatin daliqandinî Jin û zilam bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û qada Newrozê vegeriya deryaya rengan. Parlementerê BDP'ê Murat Bozlak û rêveberên BDP'ê tevlî mitîngê bûn.
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Dayîkên Aştiyê Xezal Çîftçî û Anzîla Ogaç agirê Newrozê hilkirin. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr axaftinekî kin kir û Newroza hemû kesî pîroz kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak jî axivî û diyar kir ku, Newroza sala 2014'an ew dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin. Pişt re peyamên ji girtîgehan hatin, hatin xwendin. Piştî Koma Devran derket ser dikê û stran gotin Endamê Meclîsa BDP'ê Ferhat Tarhan axaftine kir kir.
Parlementerê BDP'ê Murat Bozlak jî axaftine kin kir û diyar kir ku, di salên 1990'an de bi panzeran bi ser gelê dixwastin Newrozê pîroz bikin dibirin. Bozlak anî ziman ku heke îro gelê Kurd hatibe vê astê di encama têkoşîna dayîn de pêk hat û wiha got: "Li erdnîgariya Rojhailata Navîn û Kurdistanê her tim şer pêk hatiye. Li ser vê erdnîgariyê gelek xwîn hate rêjandin. Li hemberî Dehaqan berxwedana Kawayan her tim pêk hat." Bozlak, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd ji bo pêvajoya aştiyê zelal e. Bozlak bilêv kir ku, heke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin divê gelê Kurd bibe yek û ber bi azadiyê ve bimeşe.
Piştî axaftinan Koma Gule Xerzan konser da. Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu û Şaredarê Akdenîzê jî hatin qada Newrozê.
MÊRSÎN
Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî li Qada Sali Pazarê ya li taxa Çaglayanê bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Polîsan nêzî 25 qemereyan dîmenên girseyê kêşandin û tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ser dikê pankratên "Bijî Newroz, Newroz pîroz be" û gelek pankratên din hatin daliqandin. Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu û rêveberên BDP'ê û zêdehî 5 hezar kes tevlî mitîngê bûn.
Bernameya mitîngê piştî dayîkên aştiyê agirê Newrozê hilkirin dest pê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Tarsusê Ahmet Kizmaz axaftina vekirinê kir. Pişt re Koma Bawer derket ser dikê û stran gotin. Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk û Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Mêrsînê jî axaftin kirin. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, Newroz sala 2013'an deê bibe mifteya azadiyê û wiha got: "Heta ev rê hate vekirin gelek ciwanên me hatin fidakirin. Ji bo daxwazên kurdan bitepisînin û înkar bikin ciwanên Tirkiyeyê bi ser kurdan de şandin. Wan jiyana xwe ji dest da. We azadî heq kir. We têkoşîn da. Hun qezenc dikin. Birêz Ocalan ji bo vê azadiyê plansazî pêşkêşkir."
Mitîng bi muzîkê berdewam dike.
BURHANIYE
Li navçeyên Ayvalik, Edremît û Burhaniye yên Balikesîrê jî Newroz li qada Pancarê ya Burhaniyeyê hate pîrozkirin. Parlementerê Stenbolê yê serbixe Abdullah Levent Tuzel, rêveberên BDP'ê, HDK'ê, komeleyên eleweiyan û partiyên din ên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê gelek pankart hatin daliqandin. Welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn li serê xwe kofiyên li ser "Newroz pîroz be" girêdayîn. Di pîrozbahiyê de sloganên "Bijî serok Apo", "Newroz pîroz be" û "Bê serok jiyan nabe" hatin qîr kirin.
Welatiyê derveyî navçeyê hatin di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û di wesayîtan de lêgerîn pêk hat. Pîrozbahiyê piştî rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel diyar kir ku, Newroz 2013'an tenê hişyariya xwezayê na ya gelan, çand û baweriyan e û wiha got: "Dewlet û AKP îro li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan dikin. Newroz îsal a wetedar dike eve. Banga Ocalan sibê li Amedê dike dê pêvajoya çareseriyê bi lez bixe." Piştî hilkirina agirê Newrozê hunermend Halît Bîlgîç, Hozan Aytaç, Mîkaîl, Nîhat Baran, Erhan Herdem derketin ser dikê û staran gotin. Koroya Zarokan a BDP'a Edremîtê jî stran gotin.
GÎL
Li navçeya Gîlê ya Amedê jî li taxa Gundogan bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Jin bi kincên xwe yên gelerî tevlî Newrozê bûn. Li ser dikê pankratên "Azadiya jinê azadiya civakê ye" û "Bi rizgariya demokratîk jiyana azad" hatin daliqandin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Be serok jiyan na be" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin. Welatiyan li dora agir govend girt û ji bo Ocalan slogan berzkirin. Parlementerê BDP'ê Altan Tan axivî û bal kişand ser geşedanên demên dawî û diyar kir ku civak niha gelek meraq dike ku dê aştî bê an na. Piştî govend bername bi dawî bû.
XELFETÎ
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Serê sibê bi tevlîbûn gelek welatiyên ji gunda hatin pîrozbahî pêk anîn. Piştî lêgerînê welatî welatî derbasî qadê bûn. Li qadê pankrata "Newroz; nerazîbûn û serhildan çanda zilma 5 hezar salanê" û "Newroz Pîroz be" hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin bilind kirin. Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bîncî, Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbata Serokê KCK'ê Murat Karayilan, Şaredarê CHP'ê yê Xelfetiyê Mahmut Ozdemîr û gelek kesên din tevlî pîrozahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê hûnermend derketin ser dikê û stran gotin. Piştî agirê Newrozê hate hilkirin peyama Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Ayhan hate xwendin. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî bal kişand ser hevdîtinên dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku hemû kes kedê bide. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî bang li hemû kesî kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bibin.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jî bi deh hezaran kes tevlî mitînga Newrozê ya li ber quntarê çiyayê Cudî pêk hat bûn û ji bo azadiyê qêriyan. Gelê Silopiyê serê sibê bi kincên gelerî ber bi Qada Alîhems a li taxa Barbaros ya Silopiyê ve herîkî. Di mitîngê de alên PKK, KCK û YPG' hatin vekirin û gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakînce Cansiz hatin daliqandin. Welatiyên ji gundan jî hatin tevlî mitîngê bûn. Di mitîngê de pankratên "Bi giyana gel a şoreşgerî, ji Rêber Apo re silav", "Botan serhildan e, serhildan azadiya Rêber Apo ye" , "Yan bi Rêber Apo re jiyana azad, yan ji şehadeta bi rûmet", "Heya Rêber Apo azad nebe, aşiti şaşitiye", "Şoreşa Rojava, şoreşa tevahiya Kurdistanê ye" ve "Azadiya Reber Apo, azadiya jinên cihane ye" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê pîrozbahiyê dest pê kir.
Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Abdulcebbar Tungut axaftina vekirinê kir û Newroza hemû kesî pîroz kir. Serokê Rêxstina BDP'ê yê Silopiyê Muhsun Kunur jî axaftine kin kir. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Şirenxê Bakî Katar jî axivî û wiha got: "Heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe aştî pêk nayê. Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan jî diyar kir ku Newroz Amedê ya sibê dê bibe Newroz dîrokî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê manîfestoya azadiyê aşkera bike û wiha got: "A gelê Botanê. Niha çavê hemû cîhanê li ser kurda e. Coşa gelê me ya li qadan ji bo azadiyê ye."
KOP
Li navçeya Kopê ya Mûşê j bi deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Ji gund, bajarok û navçeyan bi deh hezaran kes serê sibê ber bi qada termînalê ve herîkî û piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Welatiyên navenda Kopê jî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û heta qadê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û sloganên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vir e" hatin qîr kirin.
Li ser dikê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 3 jinên Kurd û Evrîm Demîr a ku bi armanca şermezarkirina şertên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên girtîgehê bedena xwe daye ber agir hatin daliqandin.
Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik, şaredar û rêveberên BDP'ê tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Kopê Nusret Fîlîz axaftina vekirina mitîngê kir û diyar kir ku Newroza 2013'an bi ramana ji kurdan re azadî û statû pîroz dikin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Nafî Erol, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya jî axivîn. Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik jî axivî û wiha got: "Ji avakirina komarê heta niha li hemberî gelê kurd zilim pêk tê. Dewletê mal û gundên kurdan şewitandin. "
Piştî axaftinan Koma Dengê Jinên Azad derket ser dikê û girse bi coş xist.
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî li Qada Fuarê zêdehî 10 hezaran kesan Newroz pîroz kir. Li qadê pankrata "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû" hate vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Polîsan li 2 noktayan lêgerîn pêk anîn. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, şaredarên herêmê û rêveberên BDP'ê tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amedekar Necmettîn Ozer axaftin kir.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban û Şaredarê Tetwanê Necmettîn Ozer jî axaftin kirin. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: "Newroz girîng e. Ji ber ku Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan bi berxwedanê pêvajoyekî dîrokî da destpêkirin." Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi muzîkê berdewam kir.
QUBÎN
Li navçeya Qubînê ya Êlihê ji bi coş Newroz hate pîrozkirin. Welatiyên ji bajaroka Awîskê û gundên derdorê hatin jî tevlî pîrozbahiya li Qada Futbolê ya kevin bûn. Li qadê pankrata "Bi rizgariya demokratik bi dirûşma jiyana azad newroz pîroz be" hate daliqandin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di pîrozgahiyê de slogana "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qubînê Mehmet Gorenç axaftinekî kin kir. Pişt re Endamê Meclîsa BDP'ê Nezîr Gulcan axivî û Newroza hemû kesan pîroz kir û xwest ku hemû kes tevlî pîrozbahiya sibê ya li Amedê bibe. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin. Parlementerê BDP'ê Ayla Akat Ata jî tevlî pîrozbahiyêbû girse silav kir. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
SÊWEREK
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê ji li Kompleksa Sporê ya Îrfan Tuysuz a li taxa Şerîko bi tevlîbûna 30 hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Hevserokên Rêxistina KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, şaredarên herêmê, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabîr Abî û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê bernameyê dest pê kir. Li ser qadê pankratên "Bi rizgariya demokratik Newroz pîroz be" û "Newroze şima piroz bo" hatin daliqandin û gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Li qadê slogana "Bijî Serok Apo" hate qîr kirin. Weneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin. Piraniya welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn bi kincên gelerî tevlî bûn û bi muzîkê govend girtin. Dema Hevserokên KCD'ê hatin qadê coş hêj zêdetir bû. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk destpêkê axivî û diyar kir ku silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re pêşkêşkirin. Girseyê ji bi slogana "Bijî Kerok Apo" bersiva da. Turk wiha got: "Kurd mafên xwe yên demokratîk dixwazin. Mazlum Dogan bi 3 zilikan agirê Newrozê hilkirin. Li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê jî gelek bedel dan. Li vir cejn hate qedexekirin û gotin 'Newroz cejna tirkan e' Lê gel got azadî û aştî."
Piştî axaftina Turk Koma Azad derket ser dikê. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî bal kişand ser hevdîtinên Îmarliyê û wiha got: "We ev pêvajo afirand. Avahîsazên çareseriyê hûn in. Hûn bi mîlyonan dikin qêrîn. Em li cem pêvajoya çareseriyê ya Ocalan daye destpêkirin in."
Piştî axaftinan komên muzîkê derketin ser dikê û stranan gotin.
MELETÎ
Li Meletiyê jî bi sedan kesa Newroz pîroz kirin. Li qadê wêneyê Mustafa Malçok, Şerzan Kurt ên nivîsa "Ey şehîd riya te riya me ronî dike" û "Şehid namirin" hatin daliqandin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîr kirin. Piştî rêzgbirtinê agirê Newrozê hate hilkirin. Parlementerê BDP'ê Erol Dora, EMEP, HDK, Yeşîller ve Sol Gelecek Partîsî, ESP, ODP tevlî pîrozbahiyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Meletiyê Abuzer Yavaş axivî û bernameyê dest pê kir. Nûnerên siyasî yên din jî axivîn. Parlementerê BDP'ê Erol Dora, ji bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk tên. Piştî axaftinan bernameyêbi stranên Brader û Koma Diyar bi dawî bû.
XERPÊT
Li Xerpêtê jî bi hezaran kesan li Qada Îstasyonê Newroz pîroz kirin. Serê sibê hinek welatî li qadê hinek jî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Welatiyên li ber avahiya BDP'ê kombûn bi meşê derbasî qada Newrozê bûn. Di qadê de slogana "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Li qadê pankratên "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî" û "Newroz pîroz be" Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken piştî rêzgirtinê axaftinek kir. Piştî axaftinê agirê Newrozê hate hilkirin. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken wiha got: "Di sala 1925'an Xerpêt keleheya berxwedana Şêx Saîd bû. Piştî sala 1925'an Xerpêt li hemberî polîtîkayên qirkirinê hat." Pişt re nûnerên BDP, EMEP, HDK û KESK'ê jî axivîn. Piştî axaftina pîrozbahiyê bi muzîkê berdewam kir.
EBEX
Li navçeya Ebexê ya Wanê ji bi hezaran kesan pîrozbahî li dar xist. Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahyiyê li Garaja Şaredaryê pêk hat. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û ji bo Ocalan û PKK'ê slogan hatin bilind kirin. Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar agirê Newrozê hilkir. Serokê Komîteya Amadekar Nurî Kizilaslan axaftina vekirinê kir. Pişt re Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar jî axivî û bal kişand ser girîngiya Newroz Amedê. Piştî axaftinan hûnermend Xemgîn Bîrhat derket ser dikê û stran gotin.
MILAZGÎR
Li navçeya Milazgîrê ya Mûşê jî bi tevlîbûna welatiyên ji gundan hatin pîrozbahî pêk hat. Bi hezaran welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û govend girt. Piştî govendê bi hezaran welatî ber bi Qada Termînalê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Ji Serok re azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîr kirin. Li qadê pankratên "Newroz pîroz be" û "Aştî hîmê mirovahiyê ye" hatin daliqandin.
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî tevlî pîrozbahiyê bû. Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik axivî û cejna gel pîroz kir û wiha got: "Berê Newroz qedexe bû lê niha me bi milyonan Newrozê pîroz dikin." Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkiirn û pişt re Koma Agirê Jiyan derket ser dikê.