'Bi qeyûman nikarin welêt bi rê ve bibin'

HDP'iyên li Stenbolê ne gotin, yên ku hurmet nîşanî îradeya gel nedan û îrade desteser kirin wê nikaribin bi qeyûman bi rê ve bibin.

Hilbijêrên HDP'î yên li Stenbolê, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de bi rengekî stratejîk piştevaniya Ekrem Îmamoglû kirin. Hilbijêrên HDP'î ji bêdengiya mûxalîfên li Stenbolê ya li pêşberî desteserkirina şaredariyên wan gelekî aciz in.

Hilbijêr tayînkirina qeyûman li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke 'desteserkirina îradeyê' dibînin û li dijî vê yekê çalakiyan dikin.

'EM Ê XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN'

Ji hilbijêrên HDP'î yên ji ANF'ê re axivîn Îrfan Genç diyar kir, ku zêdeyî 20 sal in li Stenbolê ye, Kurd e û got, "Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin."

Hasan Ay jî diyar kir ku ew bi gelên Amed, Wan û Mêrdînê re ne ku çalakiyên xwe didomînin û got, "Em HDP'î ne. Pêkanînên faşîst şermezar dikim."

Necatî Yildiz jî gotina Erdogan ku timî dibêje 'hilbijartin îradeya gel e' û got, "Ne samîmî ye. Yên ku ji gel ditirsin û dest datînin ser îradeya gel wê bi qeyûman nikaribin vî welatî bi rê ve bibin."

'DEMA KU MESELE KURD BE TÊ GUHERTIN'

Yûsûf Lîbas jî got, "Mirovan dengê xwe bi kar anîn, lê dengê wan desteser kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Bêguman divê her kes di vê mijarê de hîn bêhtir hesas be."

Zarîfe Înan jî ku nêzî 30 sal in li Stenbolê ye got, "Dema ku hilbijartinên Stenbolê hatin betalkirin em daketin qadan û me ragihandin ku ev yek neheqî ye. Em bi cîranên xwe re meşiyan. Lê belê niha hinek di heman rewşê de me ji nedîtî ve tên. Mesele dema Kurd û bajarê Kurdan be vê helwestê ti carî naguherînin."