Bi pirtûka Oktar re hewl didin provokasyonan derxînin

Pirtûka Adnan Oktar a bi navê "Xeteriya Kurdistana Komunîst" ji malên Kurdistaniyan û saziyên Kurd ên li Swîsreyê re tên şandin û tê xwestin, ku provokasyon bê derxistin.

Pirtûka Adnan Oktar a bi navê "Xeteriya Kurdistana Komunîst" ji malên Kurdistaniyan û saziyên Kurd ên li Swîsreyê re tên şandin û tê xwestin, ku provokasyon bê derxistin.

Derdora Adnan Oktar ê ku bi dijminatiya xwe ya li Kurd û PKK'ê tê naskirin, pirtûka Oktar a bi navê "Xeteriya Kurdistana Komunîst" bi rêya postayê dişînin ji malên Kurdistaniyan û saziyên Kurd ên li Swîsreyê û bi vî rengî dixwazin provokasyonê derxînin.

Çend roj berê, kesên nasname ne diyar pirtûka Adnan Oktar xistin qutiyên postayê yên Kurdistanî û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyî yên li Kantona Baselê û gelek navendên din. Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku ew ê gilî bikin.

DIVÊ GILÎ BÊ KIRIN

Herî dawî bi rêya postayê, heman pirtûk ji Komeleya Mafên Mirovan a Kurd a Cenevreyê re hat şandin. Rêveberên komeleyê nerazîbûneke tund nîşanî vê dan û diyar kirin ku ew ê gilî bikin. Rêveberên komeleyê dan xuyakirin ku şandina vê pirtûkê ji malên Kurdistaniyan û ji saziyên Kurdan re, provokasyon e û ji hemû malbatên ku ev pirtûk di qutiya xwe de dîtine xwest, tavilê serî li polîsan bidin û gilî bikin.

Rêveberên komeleyê bang li rayedarên li Swîsreyê jî kirin û gotin, "Divê li hemberî van derdorên ku bi karê xwe re nîşan dide xizmetê ji kê re dike, helwesteke zelal nîşan bidin."