'Bi pakêta 4'an tenê şekil tê guhertin'
'Bi pakêta 4'an tenê şekil tê guhertin'
'Bi pakêta 4'an tenê şekil tê guhertin'
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî der barê 4'emîn Pakêta Darazê de diyar kir ku bi vê pakêtê tu tiştê bingehîn nayê guhertin û tenê şekil tê guhertin. Elçî da zanîn ku di qada azadiya fikr û ramanê de tiştek nayê guhertin û dixwaze bi guheritina şekil xwe ji tazmînata Dadgehea Mafên Mirovan e Ewropayê xelas bike.
Baroya Amedê der barê 4'emîn Pakêta Darazê ya duh pêşkêşî meclisê kir de li salona Baroya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên Baroya Amedê tev li civînê bûn. Li ser navê Baroya Amedê Serokê Baroya Amedê Prz Tahîr Elçi daxuyanî da û wiha got: "Ji doza TMK'ê bi hezaran girtî tên darizandin. Girtiyên mexdûrê TMK'ê bi vê pakêtê ketin nava hevî û bendewariyek mezin. Li aliyekî li vir hêviyek mezin hat çêkirin. Li aliyê din niqayên li Îmraliyê yên ji bo çareseriyê tên kirin di rojevê de ye. Lê pêşnûmeya ku duh pêşkêşî meclisê hat kirin diyar dike ev pakêt ji çareserî, mafê mirovan û hiqûqê pir pir dûr e. Di zagonên azadiya ramanê û binpêkirina azadiya ramanê de jî em dibînin ku tu guhertin çênebûye. Bi vê pakêtê xwest bi şekl û meşamlê xwe zext û tazmînata Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser xwe kêm bikin.
Elçî rexne û pêşniyarên xwe yên li hemberî pakêta darazê anîn ziman û wiha got: "
* Di xala 7'an a Pêşnûmayê de dixwaze demboriya sûcê îşkenceyê ku binpêkirina mafan a herî giran e ji holê rakin. Bê guman divê îşkence ku wekî sûcê mirovahiyê neyê efûkirin. Lê dema demboriya îşkenceyê hat rakirin divê kesên ku îşkence pêk anîne û kesên di bin çavan de winda kirine û înfaz kirine jî bên darizandin û mafê kuştî û mexdûran jî bê parastin. Bi hezaran winda hene û hêj kujerên bi hezaran winda û kuştî nehatine lêpirsîn û nehatine ronikirin.
* Xala 5 û 6'an a hêjmar 3713'an a TMK'ê ku wekî "Propaganda rêxistinê" hatiye amadekirin, bi xala 6 û 7'an hatiye rastkirin. Di van xalan de tê gotin ku kesên "tundî, cebîr, gef nexwaribe" nebûbe nakeve nava sûcê propagandayê. Lê mijarên 'dîtina rewa' û 'pesn' ne mijarên şênber in. Ji ber vê yekê ev zêde rê li pêş azadiya ramanê venake. Dîsa xala TCK'ê astengiya herî mezin a li pêş azadiya ramanê ye. Li gorî xala 220/6'an a TCK'ê ya 'Li gel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye û wekî endamê rêxistinê tê cezakirin" Ji bo sûcê 'endamê rêxistina çekdarî" tu di xala 314/2'an de tu guhertin nehatiye kirin. Ev xalên ku hatine guhertin ser wan vekirî ye û dîsa dadger dikarin li gorî xwe şirove bikin û biryar bidin. Baroya Amedê xala TCK'ê ya 220/6'an ne hewce û xalek li dijî hiqûq û mafên mirovan dibîne. Em dibêjin ev guhertin têr nakin û ne çareserî ye.
* Heta niha ji ber heman çalakî û tevgeran bi hezaran kes ji ber pêkanînên (civîn, xwepêşandan, axaftin û hewl) bi sucdariya 'Endamtiya rêxistina çekdarî' tên darizandin. Hêj bi hezaran esnaf, welatî, endam, rêveber û karer cotkar û nivîskar wekî "Endamê rêxisitna çekdarî tên darizandin. Rastî cezayê giran tên. Hêj şaredar parlamenter û siyasetmedar ji ber îfadeyê tên girtin û darizandin. Wekî endamê rêxistina çekdarî tên darizandin.
Divî li xala 314'an a TCK'ê gotina 'kesên di nava xebatên çekdarî de cih negirtibin, bi endamtiya rêxistina çekdarî nayê cezakirin.
* Di xala 9'an û xala 220/8'an a TCK'ê ji bo "propagana armanca rêxistinê" her çend şertê 'tundî, cebîr û gef" lê hatibin zêdekirin jî dixwazin "gefan" rewa bidin nîşan û dixwazin bi vê yekê hin tiştan tev li hev bikin.
* Di xala 15'an a Pêşnûmayê de der barê biryara "Pêdivî bi encamkirinê tune" lêpirsînek çalak nayê kirin û divê piştî serî li DMME'ê da û DMME'ê ev tespît kir karibe dîsa serlêdanê bike.b
* Bi xala 17'an a Pêşnûmayê xalek demî li CMK'ê zêde kirine. Biryara îhlalê ya DMME'ê ji bo Ocalan hatibû dayîn
Xala ku di 2003'an de hat amadekirin û bi dehan kesên bi vê rêbazê hatin darizandin rastî cezayê neadîl hatin. Mafê wan ê j nûve darizandinê hatin astengkirin. Divê ev qirîza ji ber van dosyayan di navbera Konseya Ewropa û Tirkiyeyê de bê çareserkirin. Lê dema dixwazin vê yerê rast bikin naxwazin ku Ocalan ji dariazndina nû sûdê bigire. Divê hemû kes ji guhertinên nû sûdê biggirin û li gorî Zagonên Komseya Ewropayê bên darizandin.