Bi keviran êrîş birin ser avahiya HDP’ê ya Înegolê

Duh bi şev 2 AKP’yiyên nîjadperest bi keviran êrîşî Rêxistina HDP'ê ya Îneogolê kirin.

Duh bi şev saet di 02.00'yan de AKP'iyên nijadperest bi keviran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Înegol a Bûrsayê kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar bi keviran êrişî camên avahiyê dikin. Kesên kevir diavêjin avahiya partiyê, posterên Erdogan bi wan re ye. 

HDP'a Îngolê têkildarî bûyerê daxuyanî da. Hevserok û rêveberên navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn. 

Hevseroka HDP'a Înegolê Îpek Akmanê anî ziman ku ew ê li dijî zordestî û çewisandinan li ber xwe bidin û got ku bi ser ketine lê dîsa jî ditirsin. Akman wiha axivî: "Em bi vê êrişê şaş namene. Ma qey em tirsiyane? Na. Em bi vîna gel hatine. Heya em we neavêjin ser sergoyê dîrokê em ê têbikoşin."