Bi hinceta ‘heqaret li serokkomar kiriye’ ceza li Oker hate birîn

Bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ doz li Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker hatibû vekirin. Di dozê de cezayê pere hate birîn.

Bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ doz li Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 25’emîn a Stenbolê hate kirin.

Tûrgût Oker di xweparastinê de got ku, “Min helwesta civaka Elewî diyar kir. Ez qebûl nakim ku ev wekî sûc were qebûlkirin.”

Dadgehê 8 hezar û 840 lîra ceza li Oker birî û biryar da ku înfaza hikum paş ve were hiştin.