'Em ê li Meclîsê bibin hêza damezirîner a serdema nû'

Alîkarê Hevserokên Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê Emîralî Turkmen diyar kir ku ew ê di hilbijartinên pêş de dawî li rejîma yek zilamî bînin û bi nûnertiya xwe ya xurt a li Meclîsê w bibin hêza damezirîner a serdema nû.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Turkmen, bi bîr xist ku dema wan Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir, diyar kirine ku ev yekîtiyeke têkoşînê ye û got ku ew bi vê perspektîfê dewam dikin.

Alîkarê Hevserokên Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Emîralî Turkmen têkildarî hilbijartinên ku nêz bûye ji ANF’ê re axivî. Turkmen bi bîr xist ku HDP’ê di 7’ê Hezîrana 2015’an de roleke sereke girt ser xwe û got, “Bi rastî me di 7’ê Hezîranê de ev desthilatdarî hilweşand. Paşê me hilbijartinên Mijdarê dît, dema ku bombe li kolanan teqiyan. Di hilbijartinên herêmî de HDP'ê nêzîkatiyeke siyasî pêş xist û got, ‘Em ê şaredariyên xwe ji destê qeyûman bigirin û li rojavayê Tirkiyeyê AKP’ê têk bibin.’ HDP'ê vê yekê jî bi ser xist. Niha jî biryara me ev e: Em ê vê rejîma yek zilamî têk bibin.”

JI BO NÛNERTIYEK XURT LI MECLISÊ XEBAT

Turkmen diyar kir ku tenê hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têrê nake û wiha dewam kir: “Em ê rejîma yekzilamî bi xeta xwe ya ku me formule kiriye weke rêya 3’yemîn wî têk bibin û lê em ê li dijî partiyên restorasyonîst jî têkoşîna demokrasiyê bidin. Her çend di şandina rejîma yek zilamî de hevkariyên me hebin jî, em ji bo hilbijartinan xwe amade dikin û bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ji bo avakirina pergaleke demokratîk di Meclîsê de têkoşîna xwe bimeşînin. Gelê me di Newrozê de peyama 'Em li vir in, bi partiya xwe re ne' da.”

JI BO AVAKIRINA JIYANEKE NÛ

Turkmen, bi bîr xist ku dema wan Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin, gotin ku ev yek yekitiya têkoşînê ye û wiha got: “Yên ku dixwazin vê pergalê biguherînin; Kesên ku ji bo aştî, azadî, ked û mafên bindestan têdikoşin me wek platformeke hevpar bi nav kir. Îro Tifaqa Ked û Azadiyê van hilbijartinan ne tenê ji bo hilweşandina rejîma yek zilamî, ji bo avakirina jiyana nû jî weke amûreke siyasî dibîne. Di vî warî de Wê di hilbijartinan de rolek girîng bileyize. Demek pir kurt maye. Yên ji vê partiyê hez dikin dizanin ku navenda ku aştî, azadî û edaletê diparêze Îtîfaqa Ked û Azadiyê ye; wê bibêjin em ê komara demokratîk ava bikin.”