Bi hezaran kesan gorên şervanên PKK, HPG û YPG’ê ziyaret kirin

Bi hezaran kesan gorên şervanên PKK, HPG û YPG’ê ziyaret kirin

Bi hezaran welatî serê sibê çûn goristanan û gorên endamên PKK, HPG û YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê li  Goristana Şehîtlikê ya li herêma Serê Solan a Taxa Sumbulê merasîmeke bîranînê ya bi girseyî hate lidarxistin. Merasîma ji aliyê Şaxa MEYA-DER'ê ya Colemêrgê ve hate organîzekirin rêveberên DBP, HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn. Piştî nimêja cejnê welatî li herêma Kantarê hatin cem hev û bêdeng heya goristanê meşiyan. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Colemêrgê Ramazan Elmas axivî û diyar kir ku ew cejnê pîroz nakirin û wiha got: "Li Kurdistanê ji ber êrîşên li ser Kobanê cejn weke cejna reş hatiye îlankirin."

GEVER

Li navçeya Geverê jî bi heman armancê goristan hatin ziyaretkirin. Li Şehîdgeha Bajêrgeh Xebatkarê MEYA-DER'ê Cengîz Ortaç axaftinek kir û diyar kir ku Kobanê ji bo gelê Kurd nuqteyek gele girîng e û wiha got: "Kobanê û Kurdistan wê ji çeteyan re bibe gor." Xebatkarê Navenda Giştî yê DBP'ê Salîh Yildiz jî axaftinek kurt kir.

AGIRÎ  

Li navçeya Agirî ya Giyadîn piştî nimêja cejnê di pêşengiya MEYA-DER de gorên gerîlayên PKK û HPG’ê hatin ziyaretkirin.

ÎDIR

Li Îdirê jî bi heman armancê bi sedan welatî çûn Goristana Asrî ya Îdirê û gorên endamên PKK û HPG'ê ziyaret kirin û li ser goran dua xwendin.

WAN

Li Wanê bi heman armancê Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê heya Goristana Karşiyaka meşe li dar xist. Di meşa parlementerê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar, rêveberên DBP, HDP'ê, Dayikên Aştiyê û sedan welatî tevlîbûn de pankarta "Qatîl DAIŞ'ê hevkar AKP" hate vekirin û dirûşmayên, "Bijî berxwedana YPG" hate berzkirin. Piştî meşê welatiyan gorên HPG, YPG û PKK'iyan ziyaret kirin. Piştî axaftinan li ser goran dua hatin xwendin.

CIZÎR

Li Cizîrê jî gel gorên endamên PKK, HPG û YPG'iyan ziyaret kirin. Welatî bi meşekê çûn Goristana Asrî ya Cizîrê. Li goristanê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Mela Kasim Yîgît axaftinek kir û wiha got: "Me weke gelê Kurd ev cejn kirin cejna berxwedanê."

Yîgît, anî ziman ku Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê ji berxwedana Kobanê re diyarî kirin û wiha got: "Dayikên me îro di navbera me de ne. Wan jî çalakiya xwe ji bo berxwedan Kobanê diyar kirin û hatin gora lehengên xwe ziyaret kirin. Em cejna wan pîroz dikin."

Piştî axaftinê giseyê dua xwendin û dûrişmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Qatîl DAIŞ'ê hevkar AKP" berz kirin.

SILOPIYA

Bi hezaran welatî serê sibê ber bi Goristana Şehîdan ve meşiyan û berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê yên hov silav kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi hezaran welatiyên serê sibê li ber avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) kom bûn û di nav de Rêveberên Şaxa MEYA-DER'ê ya Silopiya, Hevserokên Rêxistina DBP'ê yên Silopiya Asûman Kulter û Îdrîs Aras, Hevşaredarê Silopiya Seyfetîn Aydemîr jî hebûn, heya Goristana Şehîdan ya li Taxa Yenîşehirê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) hatin hilgirtin û dirûşmayên, "Bijî Berxwedana Kobanê" , "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Kurdistan wê ji bo DAIŞ'ê bibe goristan" hatin berzkirin.

Piştî rêzgirta Rêveberê MEYA-DER'ê Nadir Kuday axivî û got ku gelê Kurd bi saya şehîd û lehengên xwe hatine vê rojê. Kuday li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê û hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re jî rawestiya û diyar kir ku gelê Kurd wê heya dawiyê li ber xwe bide û bi ser bikeve.

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Silopiya Asûman Kulter jî diyar kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê ji hêla hêzên dagirker û çeteyan ve êrîşên hovane pêk tên û wiha axivî: "Em hemû dizanin ku ev êrîş bi destê hêzên hegemonîk û emperyalîst pêk tên. Êrîşên ku îro bi destê çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê pêk tên Dewleta Tirk alîkariyê dide." Kulter anî ziman ku ew dê dev ji meşa xwe ya azadiyê bernedin û wiha axivî: "Em weke gelê Silopiya berxwedana Kobanê silav dikin û şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin. Serkeftin wê ya Kobanê be, serkeftin dê ya gelê Kurdistanê be."

Piştî axaftinan gel çû ser gorên HPG'yiyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn û dua xwendin.

ÇINAR

Li navçeya Çinarê ya Amedê jî bi heman armancê welatiyan goristan ziyaret kirin. Endamên MEYA-DER'ê û rêveberên DBP'ê û gelek welatî çûn goristana navçeyê û goristan ziyaret kirin. Piştî ziyareta goran welatî ber bi sînorê Pirsûsê ve bi rê ketin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev ber bi goristana Taxa Îsmet Paşa ve meşiyan û gorên PKK û HPG'iyan ziyaret kirin. Serokê Rêxistina DBP'ê yê navçeya navendî Bedîrhan Uysal li goristanê axaftine kir kir û diyar kir ku divê hemû kes xwedî li şehîdan derkeve û banga xwedîderketina berxwedana Kobanê kir.

Piştî ziyareta goristanê hinek welatî ber bi sînorê Pirsûsê ve bi rê ketin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê danê sibehê bi sedan kes ber bi “Şehîdgeha Egîd Suruç” a li çiyayê Bagokê û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat. Dayik Gule Baş a kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da got ku heta berxwedana Kobanê bigihêje serkeftinê wê bi zarokên xwe re di nav berxwedanê de bin.

Piştî axaftinan ziyareta goristanê bi duayan bi dawî bû.