Bi hezaran kes tevlî Newroza Den Haagê bûn
Bi hezaran kes tevlî Newroza Den Haagê bûn
Bi hezaran kes tevlî Newroza Den Haagê bûn
Li bajarê Den Haag yê Hollandayê Newroza 2013’an bi awayek girseyî hate pîroz kirin. Di şahiyê de bi hezaran Kurdistanî û dostên wan yên li bajarên cûda yên Holldanyê tevlîbûn.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Den Haagê, silav ji çar perçeyên Kurdistanê re şandin, piştî bi sirûda Ey Reqîbê hunermendê Kurd Bengî Agirî derket ser dikê.
Li ser dikê pankarta ku wêneyên sê jinên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin û li ser “Em dê hesaba rêhevalên xwe yên hatine qetilkirin bipirsîn” nivîsî daliqandin û helbestên li ser sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin nivîsîn hatin xwendin. Piştî helbest hatin xwendin di salonê de sloganên ‘şehîd namirin’ hatin qîrîn.
Di pîrozbahiyê de daxuyaniya Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan ya agirbestê jî hate nîşandan. Di şeva ku sînevîzyona têkildarî Ocalan hatî pêşandan jî, nivîskar Suat Bozkûş, parlementerê partiya Sosyalîst ya Hollandayê Harry Van Bommel, endamê Parlementoya Eyaletê ya Hollandayê ji Partiya Karkeran Guhdar Masum û ji Partiya Sosyalîst Yûnûs Lutfulah axaftin kirin.
Parlementerê Partiya Sosyalîst Harry Van Bommel axaftina xwe bi “Newroz Pîroz Be” destpê kir û da diyarkirin ku, ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêz silav dike. Bommel got: “Di aliyê Kurdan de me di pêvajoyekî pir girîng de derbaz dibin. Hikumeta Tirk jî neçare bersivekê bide banga Ocalan. Rojên dîrokî nêzin. Rojên em azadiya Ocalan bibînin nêzin.”
Yûnûs Lutfula jî destnîşan kir ku, Newroza 2013’an ji newrozên berê cûdaye, ji ber ku piştî banga Ocalan bi hêviya aştiyê hate pêşwazî kirin.
Di şahiyê de Koma Nupel di pêşandana folklorê de eleqeyek mezin komkir, Ergîn Xelikan, ji Êlihê Koma Girava Rojê û Kawa girse bi stranên xwe coşandin.
Di şeva Newrozê ku di çarçoveya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan hatî destpêkirin îmze hatin komkirin, her wiha Kurdistaniyan di standên Heyva Sor de alîkarî dan gelê Rojava. Li ser dikê bang hate kirin ku xwedî li zimanê Kurdî derbikevin.
Di şeva şahiyê de saziyên Kurd û komeleyên Kurd yên li Hollandayê standên pirtûk, cd, cil û xwarinan û partîzan, standên MLKP’ê hatin vekirin.