Bi hezaran kes li Sêwasê ji bo bîranîna qurbaniyan li hev civiyan

Bi hezaran kes, ji bo bîranîna 33 canên di komkujiya Sêwasê de hatin qetilkirin, li hev civiyan. Girseya gel diyar kir, komkujî jî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve îro jî tê meşandin û li dijî van komkujiyan işaret bi girîngiya rêxistinbûyînê kir.

Nûnerên bi dehan rêxistinên Elewiyan ên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, partiyên siyasî, parlamenterên HDP û CHP'ê, tevî bi hezaran kesî danê sibehê berê xwe dan Sêwasê. Girseya gel li ber Mala Cem a Weqfa Anatoliyê ya Haci Bektaşî Welî li hev civiya. Girseya gel li hewşa Mala Cem bi hev re taştê kirin.

Kesên ji derveyî bajêr hatin, li ber Mala Cemê ya Weqfa Anatolyayê ya Haci Bektaşî Velî li hev kom bûn. Welatiyên di saetên sibehê de li bajêr li hev kom bûn, li hewşa Mala Cemê bi hev re taştê kirin.

Herêma ku wê bîranîn lê pêk bê ji aliyeê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû maşînên ku dikevin nava bajêr ji hêla polîsan ve tên rawestandin, nasnameyên wan ji kontrola GBT'ê re tên derbaskirin. Hemû kuçe û kolanên berê wan li cihê  bîranînê ne, bi bendên polîsan hatine girtin. 

Kesên hatin bajêr qerta "Em ê Madimakê ji bîr nekin" bi sînga xwe ve kirin û li qada komkujî pêk hat pankartên li ser komkujiyê daliqandin.

Di anonsên li qadê tên kirin de tê diyar kirin ku komkujiya ku li Madimakê pêk tê, îro bi destê AKP'ê tê dewamkirin.

Kombûna welatiyan li bajêr berdewam dike. Piştî hatina welatiyên ji derveyî bajêr wê li ber Otela Madimakê merasîma bîranînê bê lidarxistin û meş pêk bê.