Bi hezaran kes li Parisê ji bo roja Efrînê meşiyan
Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran kes li paytexta Fransa Parîsê meşiyan.
Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran kes li paytexta Fransa Parîsê meşiyan.
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo xwedî li Efrînê derkevin li ber Gare du Nord li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Tirkiye tevî cîhadîstan li her derê paqijiya etnîkî dike, lê hemû netewe bêdeng in" vekirin.
Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" tevî alên YPG û YPJ'ê meşiya.
Di meşê de li ser mijarê bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di dawiya meşê de li meydana Republique mîtîng hate lidarxistin.
Di mîtîngê de hunermend Pinar Aydınlar, Farqîn Azad, hunermendên TEV-ÇAND'ê û komên muzîkê yên Fransayê derketin ser dikê.