Bi hezaran kes li Kölnê ji bo Efrînê meşiyan

Bi banga Yekîtiya Baweriyan a Mezopotamyayê, bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran kes li bajarê Köln ê Elmanyayê meşiyan.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê dijîn, duh saet 13:00 li meydana Ebertplatzê ya Kölnê dest bi meşê kirin.

Girseya gel piştî meşê li Breslauerplatzê mîtîngek pêk anî. Bi navê CÎK, FEDA, Federasyona Êzidiyan, nûnerekî gelê Efrînê, bi navê Asûrî-Suryaniyan Aho Hanna axivîn.

Qisekeran destnîşan kirin ku dîrok wê ji aliyê berxwedêran ve bê nivîsandin û gotin, gelên mezlûm bi hev re tevbigerin, wê zaliman têk bibin.

Çalakgeran her wiha dewletên Ewropayê yên ku çekan difiroşin Tirkiyeyê bi taybetî dewleta Elman şermezar kirin.