Bi hezaran kes li Freiburgê ji bo Efrînê meşiyan

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê meşek hate organîzekirin.

Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nuda û Navenda Civaka Demokratîk a Freiburgê ve hate lidarxistin.

Girseya gel ji ber avahiya Şaredariya Freiburgê dest bi meşê kir û piştî ku gihîşt navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya çalakiyên ji bo Efrînê û ji dewletan hate xwestin ku li ber dagirkirina Efrînê rabin.

Çalakgeran piştre li meydana Alte Synagogê ji bo bîranîna şehîdên Efrînê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin.