Bi hezaran kes li Bremenê ji bo Efrînê daketin qadan
Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Bremen ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Bremen ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê NAV YÊK, SJMÊ, HCÊ, NCÊ NAV-DEM Bremen, PYD Bremen ve hate organîzekirin û bi hezaran kes tevlî bûn.
Meşa ku ji ber HBF a Bremenê dest pê kir heta ber avahiya parlamenta eyaletê dewam kir. Ji Partiya Çep parlamenter Doris Achelwilm, li ber parlamentê çalakger pêşwazî kir. Li ber parlamentê mîtîngek hate lidarxistin.
Qisekeran gotin, sûcê ku DAÎŞ'ê li Şengalê li dijî mirovahiyê kir û sûcê ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî mirovahiyê dike yek e û xwestin helwest li dijî vê were nîşandan.