Bi hezaran kes ji bo piştevaniyê hatin cem hev

Bi hezaran kes ji bo piştevaniyê hatin cem hev

Li Enqerê, duh bi hezaran kes bi armanca piştevaniya malbatên berxwedêrên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke girseyî lidarxistin. 

Hêza Demokrasî û Kedê ya Enqerê bi dirûşma "Piştevanî narîniya berxwedêrane" konsera "Piştevaniya bi malbatên cangoriyên Gezî" lidar xist.

Di çalakiya li Navenda Hunerê ya Çagdaş de, malbatên Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Mehmet Ayvalitaş, malbata Encu ya nizmên xwe di komkujiya Roboskî de winda kir, malbatên di komkujiya Madimatê de zarokên xwe winda kirin, malbatên zarokên wan di bûyerên kar ên li OSTÎM de jiyana xwe ji dest dan, malbatên berxwedêrên di Gezî de hatin girtin û Parlamentê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatan mafê axaftinê wergirtin û diyar kirn ku kujerên zarokên wan hînê nehatine cezakirin û ji bo têkoşîna wan a ji bo edaletê piştgiriyê xwestin.

Parlamaneterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî da xuyakirin ku ewê hesabê kesên hatin qetilkirin bipirsin banga "Em li gel hev rawestin. Encax bi vî rengî dikarin bigihêjin serketinê" bang li gelên Tirkiyê kir.

Li dû Onder Îhsan Elîaçik peyivî, komkujiya Roboskî bibîr xist û got, "Me ti komkujî, ti mirin ji bîr nekirine, emê ji bîr nekin."

Di çalakiyê de Bandîsta, Tolga Çandar, Îlkay Akkaya, Mehmet Celal, Yasemîn Goksû, Grup Mûnzûr û Pinyar Aydinlar derketin ser dikê.