Bi hezaran kes ji bo Efrînê li Hambûrgê herikîn qadan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê nêzî 8 hezar kes ji bo Roja Efrîn a Cîhanê meş û mîtîngek lidar xistin.

Nêzî 8 hezar kesên li pêşiya avahiya HBFHambûrg kom bûn, heta Sternschanzeyê meşiyan. Li vir jî mîtîngek lidar xistin.

Parlemeterê Partiya Çep Martîn Dolzer li vir axivî û bal kişand ser rola NATO ya di dagirkirina Efrînê de. Her wiha Dolzer bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê qebûl nakin.

Seroka Civaka Yahûdî Hambûrg Wolfgang Seîbert jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Seîbert axaftina xwe bi dirûşma “Bijî PKK” bi dawî kir.

Li ser navê NAV-DEM’ê jî Yavûz Fersoglû axivî.  Fersoglû nerazîbûn nîşanî helwestên bêhiqûqî ya dewleta Elman a li hember NAV-DEM’ê û bal kişand ser têkiliyên Tirk-Elmanya.