‘Bi giyanê seferberiyê em Ewrûpayê bikin Efrîn’

Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê bang kir ku bila xwedî li Efrînê were derketin û got, “Divê em bi giyanê seferberiya neteweyî Ewrûpayê bikin Efrîn.”

Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê îro bi beşdariya 110 sazî, rêxistin, ronakbîr, rojnameger û sînemegeran û bi giştî bi beşdariya 600 kesan civiya. Di civîna platformê de biryara xwedîlêderketina Efrînê hate dayîn. Piştî civînê Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku Efrîn 52 roj in li ber xwe dide. Plaformê bal kişand ser vî tiştî ku artêşa mezin a Tirkiyeyê ya ku girêdayî NATO’yê  tevî çeteyan êrîşî Efrînê dike û li Efrînê qetlîaman pêk tîne. Platformê destnîşan kir ku Rûsya, DYA û hin welatên Ewrûpayê jî di van qetlîaman de rola wan heye.

DAGIRKERÎ Û BERXWEDAN DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE

Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyan dixwaze navenda Efrînê bomberdûman bike û got, “A niha dagirkerî û berxwedan di asteke krîtîk de ye. Dagirkerî û berxwedana li Efrînê a niha dikare qedera her çar parçeyên Kurdistanê diyar bike. Ji ber vê jî divê em bi giyanê neteweyî yê seferberiyê li Efrînê xwedî derkevin. Çi ji kê tê divê wî tiştî bike û tevlî berxwedanê bibe.”

Platformê diyar kir ku piştî 12’ê Adarê ew ê bi giyanê neteweyî xwedî li Efrînê derkevin û destnîşan kirin ku ew ê 24 saetan di nav çalakiyan de bin û ew ê Ewrûpayê bikin Efrîn.