Parlamenterê berê yê CHP'ê Eren Erdem ku di hilbijartina parlamenteriyê de namzet nehate nîşandan, hefteya derbasbûyî hate girtin. Bi girtina Erdem re bû 2 wekîlên CHP'yî ku girtî ne. Ji HDP'ê jî 9 wekîl girtî ne, wekîltiya 22 parlamenteran jî hatiye betalkirin. Bi girtina Erdem re helwesta CHP'ê ya di dema dengdana "mafê destnedanê" de careke din kete bîra mirovan ku piraniya CHP'yiyan wê wextê dengê "Erê" dabûn.
Wê demê, çend saet beriya dengdana li ser pêşniyara guhertina destûra bingehîn a li ser destnedanê, Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyaniyek da û ji bo HDP'yiyan got, "ji xwe wê bên darizandin, nikarin rizgar bibin." Bi vî rengî ferman da dozger, dadger û wekîlên xwe.
Nerazîbûna herî mezin a li dijî girtina Erdem hate nîşandan, ji nava HDP'ê hat. Parlamenterê HDP'yî Ayhan Bîlgen û Parlamenterê CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.
JI DESTPÊKÊ VE EŞKERE BÛ
Bîlgen bal kişand ser rakirina mafê destnedanê yê HDP'yiyan ku bi rengekî nehiqûqî sala 2016'an hate rakirin û destnîşan kir ku ji destpêkê ve eşkere bû ku dewama tasfiyeya siyasî ye.
Bîlgen bi bîr xist ku gelek wekîlên CHP'yî wê wextê li ber rakirina mafê destnedanê rabûn û got, tevî vê yekê jî niha gelek wekîlên HDP'yî girtî ne.
DIVÊ MÛXALEFET ÎRADEYEKE HEVPAR NÎŞAN BIDE
Bîlgen got, "Rojên bê, wê kiryarên ji yên beriya niha dijwartir rû bidin" û wiha dewam kir: "Li dijî her kiryarên ku bi rengekî dijminane tê kirin û hiqûq tê betalkirin, divê bê nîşandan."
Bîlgen destnîşan kir, divê mûxalefet bi çanda demokrasiyê ya hevpar û feraseta dewleta hiqûqê, îradeya hevpar biparêzin û got, nêzîkatiyeke bi vî rengî gelekî girîng e.
Bîlgen got, eger destûr ji wan re bê dayin wê weke HDP'ê serdana Erdm ê CHP'yî bikin.
BI GIRTINA ERDEM RE MESAJEKE NÛ DAN MÛXALÎFAN
Tanrikûlû jî diyar kir ku girtina Erdem li derveyî hiqûqê ye û biryareke ji bo hilanîna tolê ye.
Tanrikûlû destnşan kir ku bi girtina Erdem re mesajeke nû hatiye dayin û wiha dewam kir: "Mixabin dadgerî mîna şûrê desthilatdariya siyasî tevdigre. Bi rengekî ne hiqûqî û dûrî edaletê, mûxalîfan, parlamenter, parêzer, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên mûxalîf digire. Yên ku digotin, 'piştî hilbijartinê wê nerm bibe, wê her kesî hembêz bike' wê careke din bibînin ku şaş in. Desthilatdariya heyî wê zext û zordarî û otorîteya xwe girantir bike."