‘Bi gelek îdiayên bê bingeh BDP tê sûcdarkirin’

‘Bi gelek îdiayên bê bingeh BDP tê sûcdarkirin’

Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin didome. Di danişînê de siyasetmedarên kurd Abdulkadîr Akdag parastina xwe kir û diyar kir ku di îdianameyê de bi gelek îdiayana BDP tê sûcdarkirin û got li BDP’ê komplo hatiye kirin.

Doza sereke ya KCK’ê a Stenbolê ku 205 siyasetmedar tên darizandin bi parastinan didome. Danişîna li 15’emîn Dadgeha Cezya Giran a Stenbolê hat dîtin, de parastina serokê BDP’a Fatîhê Abdulkadîr Akdag berdewam kir û da zanîn ku di îdianameyê de îdiayên bê bingeh hene.

Akdag der barê civînên ku tê îdia kirin aydê KCK’ê ne parastin kir û wih agot: “Di dosyaya min de tê gotin ku civîn di 15 deqeyan de pêk hatiye. Gelo civînek çawa di 10-15 deqeyan de pêk tê û biryara wê tê dayîn? Gelek civînê ez tevli nebûme jî tê îdiakirin ez tevlibûme. Her wiha tu eleqeya van ciînan bi KCK’ê nîne. Ev civînên BDP’ê bûn û BDP’ê eleqeder dike.

Akdag wiha got: “Di 2011’an de polîsan bi ser konê çareseriya demokratîk a ji aliyê BDP’ê ve hatibû avakirin girtin û dest danîbûn ser kurisyan. Ez ji bo kursiyan bigirin çûm midûriyeta polîsan.  Lê midûr got; vî bigirin binçavan. Ez du saetan binçav kirim. Îfadeya min girtin û doz li min vekirin. Niha jî ev di dosyayê de derketiye pêş min. Min tu wate nedayê.

Piştî parastinê der barê îkameyê delîlan a der barê Akdag de bûn.  Heyeta dadgehê der barê civînên BDP’ê de ji Akdag pirs pirsî.  serokê Dadgehê Alî Alçik got tê gotin ku tevli civîna rêveberiya asta bilind a KCK TM’ê bûne? Akdag got: “Hun dibêjin rêveberên KCK’ê, lê ew hemû BDP’îbûn.  Serokê BDP’ê ne. Gelo ji KCK’ê kî hebû. Ev ji ku derket. Ev îdia tu eslê wê nîne. Ev komployeke.”