Bi Ewrûpayê re tengezariya Gezî

Bi Ewrûpayê re tengezariya Gezî

Tengezariya navbera Enqere û Brukselê, ku piştî Parlamenta Ewrûpayê dijwariya bêsînor a polêsên Tirk şermezar kir destpê kir, gihaşt wê astê ku ji herdu aliyan ve serdan bên betalkirin.

Weke nerazîbûnek li hemberî rapora Parlamenta Ewrûpayê, ji bo serdana Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewrûpayê ya li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, aliyê Tirkiyê daxwaza hevdîtinê neda. Piştî ku Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn û Wezîrê Karên Ewrûpayê Egemen Bagiş destûr nedan, hevdîtinên şandeyek ser bi Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Tirkiyê ya li Brukselê hatin betalkirin. Wezîrê Edaletê Ergîn da xuyakirin ku ne bernameya li Parlamenta Ewrûpayê, lê konferansek bi sernavê "Speak Up - 2" ya li ser azadiya ramanê ya li Komîsyona Yekitiya Ewrûpayê hatiye betalkirin.

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê Ayhan Sefer Ustun, endamê komîsyonê yê AKP'yî Hamza Dag û yê MHP'yî Mûstafa Erdem, serdanên xwe yên li Belçîka û Holanda dewam dikin, lê civînên xwe yên li Parlamenta Ewrûpayê betalkirin.

Şandeya Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Ewrûpayê ya bi serokatiya parlamenterê Ewrûpî Elmar Broek, ku diviyabû li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bihata Tirkiyeyê, lê duh biryara hatinê hat betalkirin. Çavkaniyên Parlamenta Ewrûpayê gotin, "Ti ji wezîrên ku me dê pê re hevdîtin pêk bianî bûya, daxwaza hevdîtinê qebûl nekirin. Di vê rewşê de, ji ber ku me ti mûxatabê pê re pêvajoya çareseriyê binirxîne nedidît, me serdana xwe betal kir."

Balkêş bû ku Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokê Parlamentê Cemîl Çîçek jî heta roja dawî daxwaza hevdîtinê nedan şandeyê.

Dihat plankirin ku di nava şandeya Parlamenta Ewrûpayê ya bihata serdana Tirkiyeyê, ji hemû komên li Parlamenta Ewrûpayê 10 parlamenter cih bigirta. Tê gotin, serokê şandeyê Broek ji ber dijwariya bêsînor a polêsên Tirk li hemberî xwepêşandêran, bû yekem mirovê nexwest biçe Tirkiyeyê.

Biryara Parlamenta Ewrûpayê ya li ser destwerdana li Parqa Gezî, ji aliyê Serokwezîr Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû ve bi tundî hatibû rexnekirin. Erdogan gotibû, "Em vê biryarê nas nakin", Davûtoglû jî gotina "Wê biryar mîna xwe, radestî wan were kirin" bikar anîbû. Tê gotin, sedema nedayîna daxwaza hevdîtinê û betallkirina bernameyan, ev helwesta hukûmetê ye.