'Bi êrîşa li dijî Paylan re mesaj dan gelan'
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî, êrîşên nîjadperestî yên li dijî wekîlê HDP'ê Garo Paylan şermezar kirin û gotin, bi vê êrîşê re mesaj dane gelan.
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî, êrîşên nîjadperestî yên li dijî wekîlê HDP'ê Garo Paylan şermezar kirin û gotin, bi vê êrîşê re mesaj dane gelan.
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotayayê, Mezopotamya Kultur Centrum, Komeleya Piştgiriyê ya Mezopotamyayê, li ser êrîşên nîjadperestî yên li dijî Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, ku li meclîsê rû dan, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, tehemûlî gotina qirkirinê ya ji aliyê Paylan ve hat gotin, nehatiye kirin û got, "Di şexsê Paylan de xwestin vê mesajê bidin gelên me; 'rastiyan nînin ser ziman, eger hûn bînin ser ziman, hûn neçar in berdêla wê bidin'. Eger dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûcekî bi lenet nekiribûya, wê ewqasî aciz nebûya û li pêş çavên cîhanê êrîşî Birêz Garo Paylan nekiribûya. Dewleta Tirk di nava tirs, fikar û paranoyeke mezin de ye. Ev sed sal in li dijî gelan, sosyalîst û demokratan sûc dike. Xwe ji dîtina van sûcên xwe vedigire. Her ku xwe vedigire, hê bêhtir dide nava çirava sûcan."
Di dawiya daxuyaniya xwe de saziyên Asûrî, Suryanî Keldanî ev bang kir; "Li dijî dîktatorê faşîst ê Îslamî, li dijî sîstema Serokatiyê em bêjin 'Na'."