Bi dezgeha cemaatê re piştgiriya endaman ji El Nûsra re

Bi dezgeha cemaatê re piştgiriya endaman ji El Nûsra re

Li bajarokê Asarlik ê Îzmîrê ku gelek Kurd lê dijîn, terîqetên oldar di bin navê dîn de ciwanên Kurd dixapînin û dişînin nava refên El Qaîde yên li Sûriyê ji bo li dijî xuşk û birayên xwe yên Kurd şer bikin. Sertîp Guçlu diyar kir ku kurê wî ketiye xefika terîqetê û destnîşan kir ku ev kar ji aliyê Emniyet, MÎT û Cemaata Gulen ve tê meşandin.

Piştî Mûrat Koçak ku çend roj bere nasnameya wî ji aliyê YPG'ê ve hat desteserkirin, derket holê ku ciwanê Mesût Guçlu (21) vê carê ji bajarokê Asarllik ê Îzmîr hatiye wergirtin û ew şandine nava refên El Qaîde yên li Sûriyê ji bo li dijî xuşk û birayên xwe yên Kurd şer bike. 

Bavê Mesût Guçlu Sertîp Guçlu diyar kir ku wî kurê xwe hînê di temenê biçûk de bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin kiriye, lê belê piştî ku di salên dibistana amadeyî de bi rêya mamosteyekî dîrokê yê bi navê Bakî tevlî civînên terîqetê bûye, bi lez hatiye guhertin. 

Bav Guçlu ragihand ku kurê wî di pola dawî ya dibistana amadeyî de Cemaata Gulen nas kiriye û Sibata derbasbûyî jî ew birine Sûriyê û li nava refên Eniya El Nûsra li dijî gelê xwe pê şer didin kirin.

Bav Sertîp Guçlu bal kişand ser xebatên cemaatên oldar ên du salên dawî li bajarokê Asarlikê li hemberî ciwanên Kurd dimeşînin û destnîşan kir ku ev kar ji aliyê Emniyet, MÎT û Cemaata Gulen ve tê meşandin.

Sertîp Guçlu diyar kir ku ev kar bi erêkirin û haya hikûmet û Serokwezîr tên kirin û anî ziman, ku eger ne weha bûya wê cemaat ewçend bi hêsanî tevnegeribûya.

Sertîp Guçlu bi rêya ANF'ê bang li raya giştî ya hundur û derve kir û da xuyakirin ku rewşa heyî sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwest tavilê zarokên wan şûnde werin anîn.

'KURÊ MIN JI ALIYÊ MAMOSTEYEKÎ BI NAVÊ BAKÎ VE HAT REVANDIN'

Guçlu diyar kir ku kurê wî beriya niha ciwanekî xwedî hestên welatparêziyê bû û anî ziman ku Mesût ji wî re ragihandiye ku mamosteyekî wê yê dîrokê yê li Dibistana Seretayî Haldûn Koşay a Menemenê, ew biriye civînên sohbetên li ser ol. Bav Guçlu da da xuyakirin ku Mesût di pola dawî ya dibistana seretayî de tevî civînên cemaata Fetûllah Gulen bûye, çûye dersxaneyeke ser bi cemaatê û piştî demekê kurê wî xwestiye bibe polîs, lê wî ev daxwaz red kiriye.

Bav Guçlu anî ziman ku Mesût berê xwedî nêrînên cûda bûye, piştî ku çûye pola dawî ya dibistana amadeyî dest bi parastina El Qaîdeyê kiriye û PKK jî weke rêxistinek li "dijî Îslamê" bi nav kiriye û kincên oldaran û şelwar li xwe kiriye.

Li gorî agahiyên Guçlu da, Mesût di Tîrmeha sala 2012'an de xwestiye perwerdeya medreseyê bibîne û di Sibata sala 2013'an de wenda bûye. Guçlu da xuyakirin ku kurê wî ji wê demê û vir ve di nava rêxistina bi navê El Nûsra de li dijî gelê xwe Kurdan şer dike.

'CIWANÊN KURD ÊN LI BAJAROKÊ ASARLIKÊ DI NAVA DORPÊÇA CEMAATÊN OLDAR DE NE'

Sertîp Guçlu diyar kir ku li bajarokê Asarlikê bi taybetî di nava 2 salên dawî de li dijî ciwanên kurd karên cemaatên oldar tên meşandin û got, "Terîqet, zarokên malbatên welatparêz ên Kurd li Asarlikê, dixin nava dorpêçê, bi rêya dîn wan dixapînin, dikin ajan û dişînin refên El Nûsra ya li Sûriyê ji bo li dijî gelê xwe gelê Kurd şer bikin."

Li gorî agahiyên Guçlu da, nêzî 20 ciwanên Kurd li Sûriyê di nava refên El Nûsra de şer dikin.

"EV REWŞ BI DESTÛRA HIKÛMETÊ TÊ KIRIN"

Bav Sertîp Guçlu da xuyakirin ku ev kar bi erêkirin û agahdariya hikûmetê tên meşandin û got, "Îstîxbarata Tirk û Emniyet yekser di nava vî karî de hene. Serkêşiya vê jî hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Tayyîp Erdogan dike. Eger hikûmet û Serokwezîr di nava vî karî de nebûya, MÎT û polîs nekarîbû ewçend hêsan tevbigerin û zarokên me bişînin şerê li dijî gelê xwe."

Bav Guçlu ragihand ku AKP û Cemaat bi hev re zarokên Kurd dixapîne û dişîne şer û got, "Ev sûcê şer e. AKP û Cemaat sûcê mirovahiyê dike. Ez bang li raya giştî ya netewî û navnetewî dikim. Bila werin li bajarokê Asarlikê lêkolînan bikin, bila zarokên me ji nava lepên van çeteyan rizgar bikin."