Bi destê xwe li Ayhan geriyan

Bi destê xwe li Ayhan geriyan

Malbatên endamên TAYADê ji bo peydakirina Ayhan Efeoglû yê ku di binçavan de hate windakirin, ev saleke her rojên înê li ser Şeqama Îstîklalê ya Stenbolê çalakî li dar dixin. Piştî ku dewletê ji bo peydakirina cihê gore tu pêngavek neavêt, malbatan bi xwe dest bi xebatên lêgerînê kir. Malbat çûn cihê ku tetîkkêş Ayhan Çarkin gotibû “Me li Sîlîvriyê veşartin”, di bin baraneke dijwar de bi tevir û bêran dest bi kolandinê kirin. Parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel jî destekê dan malbatan. Di encama xebatê de sakoyek ê zilaman, pêlavek û 4 parçeyên hestî hatin dîtin û radestê dozgerê Çerkezkoyê kirin. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.

'AKPÊ JI BO PEYDAKIRINA WINDAHIYÊN ME TU TIŞTEK NEKIR'

Malbatên TAYADê beriya ber bi Sîlîvriyê ve bi rê bikevin, tevî endamên Eniya Gel û parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel li parka Sîbel Yalçin a li Okmeydaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Husnu Yildiz ê ku beriya demekê termê birayê xwe Alî Yildiz ji gorra komî ya li Çemîşgezeka Dêrsimê derxistibû axivî û bal kişand ku ev saleke ji bo peydakirina gorra Ayhan Efeoglû jî xebat berdewam dikin. Yildiz diyar kir ku hukûmeta AKPê ji bo peydakirina windayan tu tiştek nekiriye.

Yildiz pêvajoya derxistina termê birayê xwe ji gorra komî bi bîr xist û got: “Em ê gorra Ayhan Efeoglû jî peyda bikin, pişt pêwîst be em bê ikin.

Malbat çûn cihê ku tetîkkêş Ayhan Çarkin gotibû “Me li Sîlîvriyê veşartin”, di bin baraneke dijwar de bi tevir û bêran dest bi kolandinê kirin. Parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel jî destekê dan malbatan. Di encama xebatê de sakoyek ê zilaman, pêlavek û 4 parçeyên hestî hatin dîtin û radestê dozgerê Çerkezkoyê kirin.

'GER ÎRO NEBE SIBÊ TEQEZ'

Di encama xebata bi qasî 3 saetan berdewam kir de, Husnu Yildiz daxuyanî da û got: “ Sala par em li çiyayên Dêrsimê li gorra birayê min Alî Yildiz geriyabûn. Piştî rojiya mirinê ya 66 rojan dewletê cenazeyê me radestê me kir. Wê rojê tav bû, îro jî baran heye. Tu tiştek naguhere. .. Ne bahoz, ne baran. Tu tiştek nikare me ji hezkiriyên me bike. Ger îro nebe jî teqez em ê sibê gorra Ayhan Efeoglû peyda bikin."

'20 SAL DERBAS BIBIN JÎ EM LI PEY GORRÊN XWE NE'

Serokê ÇHDya Stenbolê Taylan Tanay diyar kir ku wana careke din çalên ku dewletê berê lêgerîn pêk anîbûn, kolandine. Parêzer Tanay got: “Piştî Ayhan Çarkin cih destnîşan kir, di encama lêgerîna bi hevkariya dozger, polîs, cendirme û pisporên krîmînalê de tu tiştek nehate dîtin. Lê hûn dibînin li vir hestiyên mirovan derdikevin. Em li pey şopa mirovên xwe yên hatine wendakirin in. Em tu carî dest ji lêgerîna gorrên wan bernadin. 20 sal derbas bibin jî em dest jê bernadin.”

Parêzer Ebrû Tîmtîk ji bo Ayhan Çarkin got: “Ne tenê mirovek kujer û zilamek bê exlaq e. Di heman demê de jî derewker e” û wiha domand: “Got ez wir baş dizanim. Piştre hin cihên din nîşan da û çû. Kolandina li vir ev yek nîşanî me da: Ger bi rast jî dewlet dixwaze bi bûyerên înfazê yên salên 90’an pêk hatin re rû bi rû bibe, dê vê derê bihost bi bihost bikolandiba û tiştek derbixista.”

DOZGER PIŞTÎ LÊGERÎNÊ HAT

Malbat û parêzeran piştî daxuyaniyê gava belav dibûn, Dozgerê Çerkezkoyê hat cihê lêgerînê. Parêzeran delîl û vedîtinên ku dîtibûn radestê dozger kirin. Li ser fermana dozger bi hevkariya polîsan cihê bûyerê carekek din hate kolandin. Lê vê carê tu tiştek nehate dîtin.

LÊPIRSÎNEK NÛ HATE DESTPÊKIRIN

Dozgeriya Çerkezkoyê, li ser van vedîtinên hatine dîtin dest bi lêpirsîneke nû kir û 3 endamên TAYADê yên ku van hestiyan dan li dozgeriyê îfade dan.

Ger di encama lêkolînê de aşkere bibe ku ev hestî yên mirovanan in, dê careke din cihê bûyerê were kolandin. Encama teqez a van hestiyan dê di encama lêkolîna Saziya Tiba Edlî de aşkere bibe.